ROJNAMEY XEBAT 2018-01-04
Kurd û sunniyan rûniştina Parlamentoya Iraqê boykot kirin

 Biryar bû îro xwendina yekemîn ji bo projeyasaya bûdceya sala 2018ê ya Iraqê hatiba kirin. Lê ji ber parlamenterên Kurd û sunnî protesto kirin, rûniştin hate paşxistin. Ji ber ku daxwazên Kurdan nehatin cîbicîkirin, parlamenterên Kurd civîn boykot kirin.

Parlamentera Kurd Neda Mêrgesorî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar bû îro xwendina yekemîn ji bo projeyasaya bûdceya sala 2018ê ya Iraqê hatiba kirin. Lê ji ber ku Serokatiya Parlamentoyê daxwazên Kurdan cîbicî nekir, me wek frakisyonên Kurdistanê rûniştina îro boykot kir.”

Wê parlamentera PDKê wiha got: “Jibilî Kurdan, sunneyan jî rûniştin boykot kir ji ber ku rêjeya pereyên ku ji bo avedankirina navçeyên wan hatiye diyarkirin, kêm e. Lewma jî rêjeya yasayî ya parlamentoyê temam nebû û rûniştin bo sibe hat paşxistin.”

Ev jî beşek ji wan daxwazên kurdan e:

- Zêdekirina para Herêma Kurdistanê ji bo %17an

- Mûxatabgirtina Herêma Kurdistanê, ne ku parêzgehan

- Diyarkirina bûedceyekî ji bo hêzên pêşmerge

- Weke parêzgeh naskirina Helebceyê û diyarkirina bûdceyekî ji bo vê parêzgehê

- Ji bo hemû parêzgehên ku petrol û gaza wan heye, yan jî parzûngeh li wir hene, dabînkirina bûdceya petrodolarê

- Hilweşandina bûdceya Heşda Şeibî, ku ji bo vê bûdceyê % 3.8 yê meaşên hemû fermanberan hatiye birîn. Ji ber ku êdî şerê DAIŞê nemaye

- Kêmkirina xercên serweriyê.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌