ROJNAMEY XEBAT 2018-01-04
Erebkirina gundên Kerkûkê li parlemantoya Iraqê tê behskirin

Di rûniştina îro ya parlemantoya Iraqê de guftûgo li ser ragirtina proseya Erebkirina gundên Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û beşê budceya Herêma Kurdistanê tên kirin.

Endamê Fraksiyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de Şaxewan Ebdulah ji K24ê re ragihand, îro parlemantoya Iraqê ji piştî bihnvedana yasayî dest bi rûniştinên xwe kir û di civîna îro de behsa projeyasaya budceya giştî ya Iraqê û bicihanîna pişkê Herêma Kurdistanê dikin.”

Şaxewan Ebdulah got jî: “Berê fraksiyonên Kurdistanî têbîniyên xwe li ser projeyasa budceyê dane Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, lê Ebadî ew têbînî li ber çav negirtin.”

Ragihand jî, ew wek fraksiyonên Kurdistanî di civîna îro ya parlemantoya Iraqê de behsa Erebkirina gundên Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî û rawestandina wê projeyê dikin.

Di çend rojên bûrî de, hêzên Iraqî bi fermana Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Cibûrî bi ser çend gundên navçeya Sergeranê li rojavayê Kerkûkê de girtibûn û moletek dabûn malbatên Kurd ji bo ji wan gundan derkevin û malbatên Ereb li şûna wan bicih bikin.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌