ROJNAMEY XEBAT 2018-01-15
Hewlêr û Bexdayê ji bo firokexaneyan li ser 6 xalan li hev kirin

Îro şandên her du aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê derbarê vekirina firokexaneyên Herêma Kurdistanê, deriyên sînorî, bendav û çend mijarên din de li Hewlêrê civiyan û dest bi gotûbêjê kirin.

Civîna navbera şandên her du hikûmetan êvariya îro bi dawî hat û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, civîna îro di 5 grûpên; warên asayiş û sînor, firokexane, gumrik, deriyên sînorî, bendav û petrolê de hatin encamdan.

Nûnerên hikûmeta Iraqê di danûstandinên îro de, Serokê Desteya Şêwirmendan, Ebdulkerîm Hisên el Feysel, Serokê Desthilata Firokevanî û Birîkarê Wezareta Veguhastinê Ebad Omran Mûsa, Rêveberê Veguhastina Esmanî li Desthilata Firokevanî Elî Hisên Ehmed Şerqî û Rêveberê Firokexaneyan li Desthilata Firokevanî Xulûd Salih Mehmûd bûn.

Herwiha Wezîrê Veguhastin û Pêwnediyan Mewlûd Bawemurad Mihyedîn, rêveberê Firokexaneya Silêmaniyê Tahîr Ebdullah Qadir, Rêvebera Firokexaneya Hewlêrê Telar Fayiq Salih û Şêwirmendê Encumena Wezîran Firset Ehmed jî nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di danûstandinên îro de bûn.

Hewlêr û Bexdayê derbarê firokexaneyên Herêma Kurdistanê de li ser şeş xalan li hev kirine.

Xalên ku Bexda û Hewlêr li ser rêkevtin kirine, bi vî awayî ne:

1 - Firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê pabend dibin bi Yasaya Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê ya hejmar 148 a sala 1974 a hemwarkirî û hemû rênimayiyên ku ji desthilata firokevaniyê ve tên dayîn.

2 - Cîbicîkirina razîbûnên desthilata firokevaniyê bo rûniştin û rabûna firokeyan ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, rênedan bi rûniştin û rabûna ti firokeyekê li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, bêyî razîbûna desthilata firokevaniyê.

3 - Nûnerên beşên Veguhastina Esmanî, Asayiş û Silametiya Firokevaniyê yên ser bi desthilata firokevaniyê bi awayekê berdewam li her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dibin, weke yek ji daxwaziyên rêxistina IKAO.

4 - Rêveberiya firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê sîstema kirê ya firokexaneyên sivîl a hejmar 5 a sala 2008an cîbicî dikin û mehane desthilata firokevaniyê ji hesabên kirêya rûniştina firokeyan û baca geştyaran agahdar dikin.

5 - Civîna xûlî ya mehane bi serpireştiya Desthilata Firokevaniyê j bo hemû rêveberên firokexaneyan tê encamdan, bi armanca pêwendî û çareserkirina pirsgirêkan.

6 - Firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê rêkxerekî wan dibe ku ser bi desthilata firokevaniya Iraqê dibe.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌