ROJNAMEY XEBAT 2018-01-15
PDKê hilbijartin li Kerkûkê baykot kir: Rewatiyê nedin dagîrker

 Encumena Serkirdatiya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê biryar da ku li wê parêzgehê û li navçeyên Kurdistanî beşdarî di hilbijartinên Iraqê de neke û biryara baykotkirina hilbijartinan da.

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku îro Duşemî 15ê Çileya 2018an hat belavkirin, Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê ragihand, ku wan weke PDKê biryar daye hilbijartinên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê baykot bikin.

PDKê herwiha daxwaz ji xelkê Kerkûkê û navçeyên dagîrkirî jî kiriye, ku piştgirî bidin wê biryara wan û hilbijartinên Iraqê baykot bikin, ku ev yek jî helwêstek e li hemberî wê dagîrkirinê.

Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê diyar kiriye, ku baykotkirina hilbijartinên Iraqê weke nîşandana helwest li dijî wê dagîrkariya serbazî ye ku niha li Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê heye.

PDKê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Me biryar daye ku em proseya hilbijartinên Iraqê li tevahiya navçeyên Kurdistanî yên ku hatine dagîrkirin bi taybetî jî li Kerkûkê, baykot bikin, da ku em rewatî û şeriyetê nedin wê dagîrkirinê.”

Roja 16ê Cotmeha 2017ê hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrişî Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên din kirin û Kerkûk û çend deverên din xistin bin kontrola xwe.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌