ROJNAMEY XEBAT 2018-01-17
Yekgirtû ji hikumetê vekişiya

Berî demekê emîdarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn di kongreyeke rojnamevanî de vekşandina partiya xwe ji hukumeta herêma Kurdistanê ragehand.

Piştî civîneke dûrûdirêj îro, êvarî roja Sêşemê  Yekgirtûya Îslamî biryara da ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişe, ev yeke jî pştî vekişanda Goran û Komel ji hikumetê bi çend rojan hat.

Derbarê vekişandinê  Selahedîn Behaedîn ragehand ku, piştî civîna me li gel hikûmetê, ji bo me derket ku nikarin hin mijarên bingehîn ku me daxwaz kiribûn cîbicî bikin, lewma di civîna Serkirdetiya Yekgirtû de, bi hemû dengan, me biryara vekişîna ji hikûmetê da.

Selahedîn Behaedîn got jî ku, ew ne li dijî hikumetê ne, lê mayîna wan di hikumetê ihrac ji gel, û xelkê re dirûst dikir taybet jî endamên me.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌