ROJNAMEY XEBAT 2018-01-17
Hewlêr û Bexda mûçeyê fermanberan gotûbêj dikin

Şandeke Herêma Kurdistan û ya Iraqê, ji bo gotûbêjkirina mûçeyên fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê civînekê lidar dixin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "Biryare îro şandeke Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê mûçeyên wezaretên perwerde û tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bicivin".

Nûçegihanê K24ê diyar kir "Civîn li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê ye û emîndarê giştî yê encûmena wezîrên Iraqê Mehdî Elaq serperiştiya civînê dike".

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê: "Şanda Herêma Kurdistanê ji pênc endaman pêk tê".

Ev yek di demekê de ye, berî niha Hikumeta Herêma Kurdistanê lîstek bi navên karmendên herdu wezaretên navhatî, li gorî amarên bayometrî radestî Bexdayê kiribûn.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌