ROJNAMEY XEBAT 2018-01-21
Serokê Îranê: Divê hemû mafên Kurdan li gorî destûra Iraqê parastî bin

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li Tehranê civiyan û di wê hevdîtinê de Ruhanî got ku divê hemû mafên Kurdan li gorî destûra Iraqê parastî bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dirêjahiya hewlên xwe yên dîplomasî de duh êvarî (20.01.2018) çû serdana paytexta Iranê bajarê Tehranê.

Li gorî daxuyaniyekê ji Ofîsa Ruhanî, di wê civînê de Serokmarê Îranê tekez kir ku divê hemû mafên Kurdan li gorî destûra Iraqê parastî bin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Îranê kir li ser vekirina sînorê xwe ligel Herêma Kurdistanê û tekez kir li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê de.

Beriya civîna Nêçîrvan Barzanî ligel Ruhanî, şanda Kurdistanê ligel Sekreterê Encuman Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê hevdîtinek pêk anî û behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê hate kirin.

Herwiha biryar e îro Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî jî bicive.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌