ROJNAMEY XEBAT 2018-01-27
Fraksiyona PDKê: Heta guhertin di projeya budce de pêkneyê em dê boykota rûniştinên budceyê bikin!

 Biryardera fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê ragehand, her rûniştinek peyvendiya xwe bi budceyê ve hebe û heta guhertin di budceyê de pêkneyên fraksiyonên Kurdistanê dê boykotê bikin û sunne jî li gel me hembîr in.

Biryardera fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sibê 28.01.2018ê civîna parlamentoya Iraqê dê birêve biçe, herçend heta naha bernameya kar nehatiye ragehandin jî, lê diyare dê babeta helbijartina encûmena parêzgehan û babeta budceyê jî bê gotûbêj kirin.’’

Neda Mêrgesor got: ‘’Hemû fraksiyonên Kurdistanê yekdeng û yek nêrîn in li ser boykota rûniştina parlamentoyê. Babeta budceya 2018ê de pêwîste guhertin bên kirin û sunne jî di wê nêrînê de ne. Ji ber herçend têbinî li ser budceyê bo Heyder Ebadî hatine rêkirin jî, lê bê ku berçav girtina têbiniyan, proje bo parlamentoyê hatiye rêkirin. Tenê şîe li gel projeyê ne.’’

Herwaha got: ‘’Eger guhertin di budceya 2018ê de bên kirin, divê bi rêkeftin be, herwaha Heyder Ebadî berî xwandina yekem a budceyê pêwîste bê parlamentoyê û bersiva hemû daxwaz û têbiniyên fraksiyonên Kurdistanê bide.’’

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌