ROJNAMEY XEBAT 2018-01-27
UNICEF derbarê rewşa zarokên Efrînê huşdariyê dide

Rêxistina netewên yekbûyî ya taybet bi zarokan UNICEF ragihand, di encama bombebarana Artêşa Tirkiyê li ser bajarê 'Efrînê 11 zarok şehîd bûn e û gelek zarokên din brîndar bûn e.

Di daxuyaniyekê de îro roja Înê 26.1.2018 UNICEF ragehand ku, jiber şer û pevçûnên dijwar welatiyên sivîl nikarin birevin navçeyên aram û neçar dibin û di jêrzemînên avahiyan de man e.

Herwiha UNICEF got ku, ku hin raport gihiştine destê wan, tê de hatiye ku, di encama bombebarana Artêşa Tirkiyê bi ser bajarê 'Efrînê de 11 zarok şehîd bûn e û gelek zarokên din brîndar bûn e.

Berî niha jî HSD jî ragihandibû ku, di şer û pevçûnên li devera 'Efrînê 59 welatiyên sivîl şehîd bûn e û bi dehan welatiyên din jî brîndar bûn e.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌