ROJNAMEY XEBAT 2018-01-29
Ciwanekî Serê Kaniyê bi guleya leşkerên Tirk canê xwe jidest da

Li serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanekî 17 salî bi guleya artêşa Tirkiyê canê xwe jidest da.

Peyamnêrê K24ê ragihand, îro danê sibe dema ciwanê 17 salî Îbrahîm Silêman Bozan ji malê diçû karê xwe, guleyek ku ji aliyê sînorê Tirkiyê ve hatiye avêtin, li serê wî ket û canê xwe jidest da.

Hevdem bi êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê re, di hefteya ji hefteya bûrî ve artêşa Tirkiyê çend deverên Cizîrê û Dêrikê ve armanc kiribû û çend welatî birîndar bûbûn û çend xanî wêran bûbûn.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌