ROJNAMEY XEBAT 2018-01-29
Xiristiyanên Qamişlo: Bila êrîşên li ser Efrînê bêne rawestandin

Partiya Yekîtiya Siryanan li bajarê Qamişlo ligel hin rêxistinên sivîl û leşkerî yên girêdayî pêkhatên kiristyanan, konekî piştgiriyê ji bo berxwedana Efrînê vekirin.

Berpirsên çalakiyê di bêjin ku armanca Tirkiyê çandên resen yên li deverê ji kokê rake, loma devera Eyn Dara ku kevintirîn perestgeh li Efrînê ye û Dêra Mar Maron jî ji aliyê artêşa TIrkiyê ve hatine topabarandin.

Pêkhatên Xiristiyaniyan li deverê dibêjin ku êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê bi behaneya parastina ewlehiya wê ya netewî ne rast e, lê belê armanca wan tevaya xaka Sûriyê dagîr bike. Herweha dibêjin ku dîroka Tirkiyê bi komkujiyên li ser tevaya gelên Rojhilata Navîn tije ye û amaje bi hin komkujiyên li ser Xiristyanan dikin.

Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji pêkhatên Xiristyan û Aşûriyan di nava Rêbeveriya Xweser de cih digrin û hêzeke leşkerî ya taybet bi navê Sotoro di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de heye û di bînin ku sîstema fedraliya Bakurê Sûriyê çareseriyeke guncav e ji tevaya pêkhatên deverê re.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌