ROJNAMEY XEBAT 2018-01-29
Goreke bikom a kurdên Kerkûkê hat dîtin û Heşda şeibî jî rê li ber vekirina wê digre

 Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan li hikumeta herêma Kurdistanê ragehand ku, goreka bikom a kurdên Kerkûkê hat dîtin lê Heşda Şeibî rê nade tîmên pispor nêzîkî wê gorê bibin.

Rêvberiya giştî ya gorên bikom Perwîn  Nûrî di kongreyeke rojnamevanî de ragehand  ku, li navçeya El- Feyleq li navenda bajarê Kerkûkê goreke bi kom hat dîtin, tê pêşbînî kirin ku, gor xelkên kurd tê de ne û serdema rejîma Bais hatine kuştin,  tekez kir dema gor hatiye dîtin cilkên kurdî jî tê de hebûn.

Herwiha wê berpirsa kurd da zanîn ku, ew navçeya gor lê hatiye dîtin navendeke leşkerî bû û got ku, hejmara termên wê gorê heta niha nehatiye zanîn û çekdarên Heşda Şeibî rê nade tîmên pispor vekin û lêkolîn bikin.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌