ROJNAMEY XEBAT 2018-01-29
Sibê lijneya lêkolîna xiyaneta 16ê cotmehê yekem civîna xwe pêktîne!

 Cîgirê serokê lijneya asayîş, navxwe û encûmenên xwecihî ya parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ragehand, ew lijne taybete bo pêdeçunê li bûyerên 16ê cotmehê pêkbîne û yekem civîna xwe jî bo danîna bernameya kar dê bike.

Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Roja sêşemê 30.01.2018ê ew lijneya taybet bo lêkolîn û pêdeçunên bûyerên 16ê cotmehê li parlamentoyê pêkhatiye, yekem civîna xwe dê bike û bernameya xwe ya kar dê darêjîne.’’

Nazim Herkî got, lijneya taybet bo bûyerên 16ê cotmehê  hatiye pêkanîn, karê xwe li ser sedemên ketina Kerkûk, Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê dê lêkolîn bike û vê derbarê de bigehe encamekê.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌