ROJNAMEY XEBAT 2018-01-29
Sivîlên Efrînê dibin qurbanî êrîşa Tirkiyê..Heta îro 213 sivîl bûne qurbanî

 Rêveberê Heyva Sor a Kurdî li Efrînê Nûrî Qenber ragihand ku ji ber bordûmana hêzên Tirkiyê li ser Efrînê rewşa mirovî li Efrînê pir xerab e. het aniha 60 welatiyên sivîl şehîd ketine û 153 kes jî birîndar in.

Nûrî Qenber ji Sky News re ragihandiye: “Xelkê sivîl ên Efrînê dibin qurbanî êrîşa artêşa Tikriyê û hêzên ser bi wê ve, ji bilî şehîd û birîndaran bi hezaran kes ji gund û malên xwe bar kirine û di şikeft û bi erdê de dijîn û xwe veşartine. Xelk nikarin av û xwarinê bidest bixin û rewş pir dijwar e.”

Hevseroka Encumena Tendirûstiyê ya Efrînê Ancgêla Reşo îro derbarê qurbaniyên Efrînê ji ber topbaran û bombebarana hêzên Tirkiyê, di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ji despêka êrîşa hêzên Tirkiyê li ser Efrînê û heta niha 60 welatî şehîd ketine ku 29 ji wan mêr in û 12 jin in û 19 jî zarok in.”

Angêla Reşo wiha got: “153 welatiyên sivîl jî ji ber wan topbaran û bombebaranan birîndar bûne ku 97 mêr in û 30 jin in û 26 jî zarok in û rewşa gelek ji wan birîndaran xerab e.”

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌