ROJNAMEY XEBAT 2018-01-30
Mesrûr Barzanî: Hewlên bi erebkirina navçeyên Kurdistanî nayên qebûlkirin

 Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Metranê kilîseya Ortodoksa Sûriyanî civiya û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ragihand: “Ew hewlên ku tên dan ji bo bi erebkirina navçeyên Kurdistanî, bi ti awayî nayên qebûlkirin.”

Îro 30-1-2018 Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Metranê kilîseya Ortodoksa Sûriyanî ya li Kurdistan, Mûsil û Kerkûkê Metran Nîkodîmos Dawûd Şeref û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa rewşa deverê bi taybetî rewşa deşta Neynewa û rewşa koçber û awareyên mesîhî yên deşta Neynewayê yên li Kurdistanê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Metran Dawûd Şeref spasiya Kurdistanê kir ku hertim palpişt û penageha mesîhiyên Îraqê bûye û hêviya vê yekê xwest ku bilez ew zextên li ser Kurdistanê hatine sepandin werin bidawîanîn û aştî û aramî li seraserê deverê berqerar bibe.

Di beşeke din ya vê civîna han de Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tekez li ser vê yekê kir ku di nava ti rewş û mercekê de ti guhertin di nava çanda bihevre jiyan û lêbûrînê ya li Kurdistanê de çê nabe û Kurdistan hertim navenda bihevre jiyana tevahiya netewe û olan dimîne.

Derbarê rewşa deşta Neynewayê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku hinek hewldanên eşkere hene bo guhertina demografiya vê deverê û rewşek hatiye afirandin ku bûye sedem daku birayên me yên mesîhî li deşta Neynewayê malên xwe vala bikin.

Mesrûr Barzanî got: “Ew hewldanên han di çarçoveya prosesa bi erebkirina deverên Kurdistanî deye û ne ew prosesa han û ne jî porsesa bi erebkirinê bi ti awayî nayên qebûlkirin û piştgîriya me bo birayên me yên mesîhî bo parastina taybetmendiyên deverên wan û bihevre jiyaneke aştiyane li gel tevahiya pêkhateyên di yên li Deşta Neynewayê berdewam dibe.”

 

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌