ROJNAMEY XEBAT 2018-01-30
PDK derbarê Efrînê: Bila welatên navçeyê ji bo tepisandina Kurdan hincetan dernexin

 Parlamentoya Kurdistanê derbarê rewşa Efrînê di civînê de ye û frakisyonên nava parlamentoyê peyamên piştgiriyê dan. Frakisyona PDKê got ku pêwîst e welatên navçeyê ji bo tepisandin û jinavbirina gelê Kurd hincetan dernexin û rêzê li yasayên navdewletî bigrin.

Îro 30-1-2018ê Parlamentoya Kurdistanê rewşa Efrînê gotûbêj dike, lê Frakisyona Goran ew civîn baykot kir bi hênceta ku pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê hêzên leşkerî û çekan û alîkariyên mirovî bişîne Efrînê, lê wek her kes dizane rê di navber Efrîn û Rojava û Başûrê Kurdistanê qûtkirî ye û Efrîn di bin dorpêça Tirkiye û hêzên opozisyonê û hêzêb Esed de ye.

Derbarê wê baykota Goran, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand: “Bila em ji mijara xwe dûr nekevin û muzayedeyê lihev nekin. Li ber çavê me rewşek xerab hat serê Kerkûk û Xurmatû. Bila em birînên xwe venekin. Goran dibêje me daxwaza civînekê li ser Efrînê kiriye lê tiştek bi vî awayî negihîştiye destê me.”

Êmînkî wiha got: “Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî êrîşî navçeyên Kurdistanî kirin û dagîr kirin, lê wan daxwaza civîna parlamentoyê nekir. Baş e Herêma Kurdistanê ji bilî peyamên siyasî û piştevaniyê dikare çi bike ji bo Efrînê? Dest ji muzayedeya siyasî berdin.”

Peyama Frakisyona PDKê ji aliyê Omêd Xoşnaw serokê wê frakisyonê ve hat pêşkeşkirin û ragihand: “Efrîn xemeke mezin e, lê beriya Efrînê em rastî karesat û xemeke mezintir bûn li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî. Pêwîst e welatên navçeyê rêzê li yasayên navdewletî bigrin û hincetan nebînin ji bo tepisandin û jinavbirina gelê Kurd.”

Omêd Xoşnaw wiha got: “Tirkiye hineke gotinan bikar tîne, mîna em bergiriyê li xwe dikin û em şerê terorê dikin, lê ew yek hincet in ji bo şerê li dijî Rojavayê Kurdistanê.”

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌