ROJNAMEY XEBAT 2018-01-31
Efrîn.. Sivîl dibin qurbanî..47 şehîd 76 birîndar gihîştine nexweşxaneya Avrîn

 Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrînê amarên qurbaniyên êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê yên tenê gihîştine wê nexweşxaneyê belav kir.

Endamê Rêvebiriya Nexweşxaneya Avrînê Dr. Ciwan Mihemed di konferanseke Rojnamevanî de qurbaniyên ku tenê gihêştine wê nexweşxaneyê aşker kir ku 47 sivîl şehîd 76 birîndar in.

Dr. Ciwan Mihemed da zanîn, hejmara birîndaran roj bi roj zêde dibe, ên birînên wan sivik in ber bi ber ji nexweşxaneyê derdikevin û niha 76 birîndar li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ne, ji nava 17 zarok in, 14 jin in û 45 mêr in.

Dr. Ciwan Mihemed amaje bi wê yekê kir, piraniya birîndarên digihin nexweşxaneyê rewşa wan ne metirsîdar in, ku hin birîndaran dest yan lingê wan hatine qutkirin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌