ROJNAMEY XEBAT 2018-02-05
Elî Ewnî: Eger bûdce bêyî kurdan were pesendkirin divê em dîsa berê xwe encamên referandomê

 Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, eger bûdceya sala 2018 ya Iraqê bêyî kurdan ji aliyê parlamentoyê ve were pesendkirin,  wê çaxê divê kurd dîsa berê xwe bidin encamên referandoma serxwebûna Kurdistanê.

Endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got, Herêma Kurdistanê li ser mijarên mîna bûdce û mûçe gelekî nermî nîşan daye lê dîsa hikûmeta Iraqê amade nîne pişka Kurdistanê bide.

Elî Ewnî her wiha got, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî her roj derdikeve pêşberî kamerayan  û behsa dayîna mûçe û bûdceya Kurdistanê dike. Ka heta niha çi kiriye! Sozên xwe bicîh aniye?! Behsa mûçexorên derewîn dike, ka li dû çûye?! Ez van pirsan ji ber wê yekê dikim da ku hevalên me nekevin nav wehmê.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku divê hêz û partiyên siyasî bibin yek û got, divê em encamên referandoma serxwebûna Kurdistanê bibin NY, Amerîka û civaka navdewletî û ji wan re bêjin me gelekî nermî nîşan da lê dîsa hikûmeta Iraqê naxwaze bûdceya Kurdistanê bide.

Elî Ewnî da xuyakirin ku hinek partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê dest ji azadîxwazî û demokrasiyê berdane û ketine dû mijarên aborî, ev jî rûreşiyek mezin e.

Ewnî hişyarî da û got, eger bûdceya Iraqê bêyî kurdan were pesendkirin wê çaxê ewên ku gunehê rewşa îro dixin stûyê referandomê, dê bersiva xwe werbigirin. Wê çaxê dîsa divê em vê pirsê li xwe bikin; em çima girêdayî Iraqê ne, tenê bo birçîkirinê?!

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌