ROJNAMEY XEBAT 2018-02-05
Tankeke Tirkiyeyê a din jî hat teqandin

 Şervanên Jin ên Kurd li Efrînê tankeke din a Tirkiyeyê teqandin û artêşa Tirkiyeyê jî ev yek piştrast kir.

Êriş û operasyona artêşa Tirkiyeyê û çekdarên cîhadîst a li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Di navbera çekdarên Tirkiyeyê û şervanên Kurd de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) vîdeoyeke belav kir û di wê vîdeoyê de tê dîtin ku tankeke artêşa tirk ji aliyê şervanan ve tê teqandin.

Artêşa Tirkiyeyê jî daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku tankeke wan hatiye teqandin û di derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin dayîn.

Roja Şemiyê jî tankeke artêşa tirk ji aliyê şervanên jin ên Kurd ve hatibû teqandin û di encamê de 5 serbazên tirk hatibûn kuştin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌