ROJNAMEY XEBAT 2018-02-07
ENKS ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî û Amerîka û Rûsya kir

 Emîndariya Giştî ya ENKSê bi tundî kuştina sivîlan li Efrînê şermezar dike û bang li Neteweyên Yekbûyî û Amerîka û Rûsya dike ku kar bikin ji bo rawestandina wî şerî.

Êrîşên artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. ENKSê jî li ser wan êrîşan û li ser şehîdkirina xelkê sivîl daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya ENKSê de wiha hatiye: “Êrîşa dijminkarî ya artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê dikeve hefteya xwe ya sêyem de. Ligel wê êrîşê jî roj bi roj asta wêrankirina gund û malên sivîlên Kurd zêdetir dibe û binpêkirinên mezin jî derheqê wan tên kirin. Nexasim jî welatiyên Êzdî, ku bera wan didin ji malên wan û milkên wan talan dikin.”

ENKSê ragihand: “Êdî dîmenên kuştinan belav dibe û wek çawa me dît hêzên Artêşa Niştimanî di dîmeneke kambax de wêneyên şervana Kurd Barîn Kobanî belav kirin, ku weke DAIŞê termê wê perçe kiribûn û wê yekê hestên me hejandin û herwiha aşkere kirin ku çi kîn û zikreşî di dilê wan de ye.”

Emîndariya Giştî ya ENKSê ew binpêkirin şermezar kirin û ragihand: “Em bi tundî wan tawanên li dijî mirovatiyê û wan binpêkirinên derheqê sivîlan şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi erkê xwe rabe û kar bike ji bo rawestandina vî şerî û ji bo ku xelkê li wir biparêze. Herwiha em bang li Amerîka û Rûsya jî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û hewl bidin ji bo rawestandina wî şerî û ji bo cîbicîkirina çareseriyeke aştiyane.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li saziyên navdewletî kir ku bilez alîkariyên mirovî bighînin xelkê Efrînê. Herwiha ENKSê bang li hêzên Kurdistanî jî kir ligel gelê Kurd li Efrînê bin û destê alîkariyê dirêjî wan bikin û kar bikin ji bo rawestandina vî şerê wêranker.

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌