ROJNAMEY XEBAT 2018-02-07
Ji ber berevaniya mafên herêma Kurdistanê 3 parlamenterên kurd hatin ceza kirin!

Ji ber berevaniya li mafên darayî yên herêma Kurdistanê, sê parlamenterên Kurdistanê ji aliyê serokatiya parlamentoya Iraqê ve hatin ceza kirin.

Li gor belgeya ku îro 07.02.2018ê ji aliyê ofîsa serokê parlamentoya Iraqê ve hate belav kirin, sê parlamenterên kurd bi tometa binpê kirina bingehên refterî yên parlamenteriyê û asteng kirina rûniştina parlamentoya Iraqê hatine ceza kirin.

Parlamenterên PDKê Şaxewan Ebdula, Sîrwan Ebdulla Îsmaîl, li gel parlamenterê fraksiyona Tevgera Gorran Mesûd Heyder hatin ceza kirin.

Li gor beyanameya hatî belav kirin cezayê wan sê parlamenteran; Paqij kirina gotin û axaftinên wan ên li encûmena nûnerên Iraqê, cemidandina endamtiya wan bo 15 rojan û cezayê pare ji wan re.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌