ROJNAMEY XEBAT 2018-02-13
Tillerson derbarê Efrînê daxuyaniyek da

Wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li Kuwêtê derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê daxuyaniyek da û ragehand ku, operasyona Efrînê bandore li ser şerê dijî DAIŞê dike.

Di kongreyeke rojnamevanî de li Kiwêtê Wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragehand ku, hevpeymaniya navnetewî %30 ji xaka Sûriyê kontirol kiriye, herwiha %98 ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Tillerson da zanîn ku,  operasyona Efrînê bandore li ser şerê dijî DAIŞê dike û ew mafê Tirkiyê bo parastina ewlehiya xwe têdigehin.

Rex Tillerson di berdewamiya axaftina xwe de got: "Washîngton ji bo li herêmên rizgarbûyî yên Sûriyê bikar bîne biryar da ku 200 milyon dolar alîkarî bike.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌