ROJNAMEY XEBAT 2018-02-13
Elî Ewnî: Bila PKK û Tirkiyê, Herêma Kurdistanê nekin meydana şerê xwe

 Endamekî serkirdetiya PDKê bang li Tirkiye û PKKê kir, Herêma Kurdistanê nekin meydana şerê xwe.

Îro li devera Amêdiyê ya Duhokê di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket.

Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got, gelek caran PKK me bi wê yekê tohmetbar dike ku hêzên Tirkiyê li Kurdistanê bicîh kiriye. Lê di rastiyê de reftarên PKKê dibin sebeb ku hêzên Tirkiyê derbasî Kurdistanê bibin ne PDK. Eger PKK mêrxas e bila tangên Tirkiyê derxîne û şer derbasî kûrahiya Tirkiyê bike.

Elî Ewnî her wiha got, bila PKK û Tirkiyê Herêma Kurdistanê nekin meydana şerê xwe, bila PKK li Bakûrê Kurdistanê şerê Tirkiyê bike ne li Başûr. Lê reftarên PKKê dibin sebeb ku Tirkiye derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Wî rayedarê PDKê behsa êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, em êrişên Tirkiyê li ser Efrînê şermezar dikin. Lê eger PKK xwe nexistiba Rojavayê Kurdistanê Tirkiyê îro nedikarî êrişî Efrînê bike û dê êrişa han di asta navdewletî de jî zêdetir hatiba protestokirin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌