ROJNAMEY XEBAT 2010-05-17
Serokê Kurdistanê pêşwazî li Serok û Cîgir û Endamên Mekteba Tenfîzî nû ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

Îro dûşem 17/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Serok û Cîgir û Mekteba Tenfîza nû ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de ku rêzdar Mamosta Mihemedê Mela Qadir û Şêx Mihemed Şakelî amade bûn, Mamosta Mela Ebdulla Mela Se'îd Girtikî Serokê hilbijartiyê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê bi navê xwe û desteya nû ve ji bo vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û tekîd li wê yekê kir ku yekxistina her du Yekîtiya Zanayan piştî veqetandina nêzîkî 15 salan, yekxistina mala Kurde û girêdayîbûna desteya nû li bergirîkirina li mamostayên ola îslamê û karkirina bi navê pêkve jiyan û aramiya olî li Kurdistanê da jî dûpatkir û çawa Yekîtiya Zanayan herdem bi helwestên neteweyiyan hatiye nasîn, bi heman awayî wê Yekîtiya ku Barzanî yê Nemir damezrandibû li erk û bernameyên xwe da berdewam dibe.

Ji bo sazkirina kongreya Yekgirtina her du Yekîtiyên Zanayan, Serok Barzanî pîrozbahiyê li Serok û Cîgir û Desteya nû ya Yekîtiya Zanayan kir û ji bo erk û bernameya vê rêxistina bi bandor û giringa Kurdistanê hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û piştgîriyeke tevahî li erk û bernameya wan kir û tekîd li wê yekê jî kir ku ol berî hemû tişteke exlaqe û welat jî bi exlaqe ve tê avadan kirin ji bo wê yekê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê divê‌ rolekî serekî li dirustkirina mirov da bibînê û daxwaz ji wan kir ku girîngiyê bidin li ser pêkve jiyana birayaneya di navbera pêkhatên Kurdistanê de, ji ber ku Herêma Kurdistanê bi wê yekê serbilinde û nabê bi tu awayekî cih bidin cudahiya neteweyî û olî û mezhebî.

Serok Barzanî tekîd jî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê xwedî ferhengekî pîroz û bilinde û ew ferheng jî bûye sedema serkeftina ezmûna Herêma Kurdistanê. Ol û nîştiman qet ji hevdu cuda nabin, ji bo wê yekê divê‌ mamostayên olî xelk li ser bîr û baweriya neteweyî û nîştimanî perwerde bikin. Divê her takekî vê Kurdistanê jî bê cur û cudahiya dewletê yê xwe bizanê‌ û parêzgeriyê lê‌ bike.

Sebaret bi diyardeya terorê jî Serok Barzanî dûpat kir ku pêwîste mamostayên olî gelek bi tundî beramber wê diyardeyê rawestin, bi taybetî terora exlaqî ku nahezên gelê me ji bo wê mijulin hewl didin û di derbarê biçûkkirina bi tiştên pîroz ve, Serok Barzanî ragihand ku qet nayê qebul kirin tecawiz li ser muqedesata ol û neteweyî bêkirin. Raste xelk azade lê belê ew azadî nayê wê wateyê ku tu maf bi xwe bidî û tecawiz li ser muqedesatan bikî.

Her wiha li dawiya hevdîtinê de hejmarek ji endamên Mekteba Tenfîza nû çend xalekî di derbarê kemasiyên Yekîtiya Zanayan xistin rû û Serok Barzanî jî soza çareserkirina wan kêmasiyan da.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌