ROJNAMEY XEBAT 2010-05-17
Serokê Kurdistan pêşwazî li Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokratên Kurdistanê kir

Îro dûşem 17/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Mihemed Hacî Mehmud Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokratên Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, behs pêşhatên dawî û guhertinên siyasiyên niha yên li grupên Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha li hevdîtinê de tekîd li ser pêwîstiya bi hêztir kirina yekîtiya rêzên gelê me û aliyê siyasiyên Kurdistanê kirin. Bi taybetî li vê qonaxê da û her wiha hemahengiya karê hevbeşê xebata siyasî û neteweyî bi xalekî girîngê qonaxê hate danîn.

Li aliyeke din ve guftugo li ser çawayiya kar kirinê ji bo bidest ve xistina sercem mafê rewayên xelkê Kurdistanê kirin ku pêwîstî bi hev helwestî û hevpeymaniya hizbên Kurdistaniyane.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌