ROJNAMEY XEBAT 2010-05-18
Serokê Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Tirkiye li Iraq kir

Îro sêşem 18/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li rêzdar Murad Ozçelik Balyozê Tirkiye li Iraq û birêz Aydin Selcen Konsolê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, di derbarê wan meseleyên girîngên ji bo her du aliyan guftugo kirin û di derbarê pêşxistina siyasî û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê li ber ronahiya encama hilbijartinên 7 ê Adara derbasbûyî danûstandin kirin û helwesta Herêma Kurdistanê di derbarê guftugoyên di navbera qewareyên siyasiyan û li vî warî de her du alî tekîd li pêkanîna Hikûmetekî kirin ku hemû pêkhatên Iraqê têda beşdar bibin.

Her wiha di derbarê çawayiya xurtkirin û pêşxistina pêwendiya du qoliya di navbera Herêma Kurdistanê û Komarê Tirkiye li hemû astan da guftugo kirin. Bi awayekî ku li berjewendiya bilinda her du aliyan desteber bike.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌