ROJNAMEY XEBAT 2010-05-18
Kûre Nawukiyekanî Sedam Heldeweşêninewe.

Kûre Nawukiyekanî Sedam Heldeweşêninewe.

Kûrey nawukî temûz ser be komelgey tweyse ke be dûrî 18 kîlometir le Rûbarî Dîcle helkewtuwe, le salî 1981 le serdemî şerî nêwan Iraq û Îran, le layen Firokekanî Îsrayl bordmankira, le Şerî Yekemî Kendaw le 1991 dûbare bordman kirawe û le Şerî Duwemî Kendaw rûberûy rawurût buwiyewe.

be guwêrey hewalêkî torî CNN, tîmêk le endaziyaran û teknîkkaran kar bo ciyakirdinewe û helweşandinewey taqîgekan û amêrekan deken ke 18 wêstgey nawukî le xoy degirêt, eme cigele 10 wêstgey dîke ke le çend şuwênêkî dîkey Iraq bilawn.

Pîsbûnî nawukî berbilaw le nawçeke karî tîmekey dijwar kirduwe û berê weberî projey tweyse gotûyetî: Be hoy zorbûnî ziyanekan, barudoxeke zor estem bû ke dwatir biryar dira hemû amêrekan lêbikrênewe.

20 Kes lew tîme beşdarin û debêt hemû endamanî tîmeke û ewaney serdanî şuwêneke deken, cilî taybet bipoşin.

Herweha Wezaretî Zanist û Teknelojiya raygeyanduwe xelkanî ziyatir bo em mebeste perwerde dekat û xulî taybetî boyan kirdotewe û prosey xawênkirdwe deyan sal dexayenêt.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌