ROJNAMEY XEBAT 2010-05-18
Qa'îde Beşêweyekî Nihênî Le Naw Îran da Xoy Rêk Dexatewe

Berprsanî êsta û pêşûy Dezgay Hewalgirî Emerîka rayangeyand, Endamanî Rêkxirawî Qa'îde mawey çend salêke le naw Îran da be şêweyekî le ser xo û nihênî destiyan be cimucol kirdotewe, em hewley Îranîş bo yekxistinewey rîzekanî rêkxirawî Qa'îde dêt ta weku le dahatû be şêweyek le şêwekan le dijî berjewendiyekanî Emerîka sûd le bekarhênaniyan werbigirêt, bo egerî serheldanî her core bargirjiyek le nawçeke da.

Serçaweyekî Selefî bo rojnamey (Şerqulewst) gutûyetî: Çekdaranî Qa'îde le ser sinûrî Îran be azadiyekî reha cimucol deken.

Le beramberîş da serçaweyekî agadarî Îranî ke neywîstwe amaje be nawî bidrêt ewey aşkiray kirduwe ke bekarhênanî Qa'îde le layen Îranewe le çwarçêwey ew gemeye dêt ke Îran bo ziyan geyandin be berjewendiyekanî Emerîka le nawçeke da le hewlî bekar xistinî hemû ew kartaneye ke le ber destî da heye.

Le layen xoyewe gotebêjêk be nawî Wezaretî Derewey Emerîka raygeyand, ême be wrdî çawdêrî ew dosiyeye dekeyn, hêştaş nîgeranîn lewey ke Îran arezûyî radestkirdinewey endame balakanî rêkxirawî Qa'îdey niye bo destî yasa.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌