ROJNAMEY XEBAT 2010-05-17
Biryarî Pêdanî (15) Milyon Dînar Qerzî Xanubere Cêbecêkira.

Rênimayî Nuwey taybet be xerckirdinî qerzî xanubere geyîşte Liqekanî Bankî xanubere û sercem ew beşdarbwaney le emsal da silfey 12 milyon dînariyan wergirtuwe, 3 milyonî dîkeşiyan bo xerc dekirêt.

Elî Mihemed Berêweberî Giştî Bankî Herêm raygeyand: Rênimayî nuwey taybet be xerc kirdinî birî 15 milyon dînar qerzî xanubere geyîştûnete her sê Liqî Bankî Xanûbere le parêzgakanî Silêmanî û Hewlêr û Duhok, bo ew mebesteş sercem ewaney le mewdiwa qerzî xanubere werdegrin çekekaniyan le 12 milyon dînarewe bo 15 milyon dînar ziyad dekirêt.

Berêweberî Giştî Bankî Herêm eweşî aşkirakird, hemû ew beşdarbwaney le salî 2010 da çekî 12 milyon dînariyan wergirtuwe birî 3 milîon dînarî dîke werdegrin, be mercêk mamelekaniyan le seretay em salewe kirdibêt.

Hawkat hêriş Muherem Serokî Destey Weberhênan Kurdistan raygeyand: Cigele xerckirdinî pêşîney xanubere bo gundekan, destekeyan be niyaze birî 7500 dolar weku mînhe bo ew yekane xerc bikat ke le gundekan da dirust dekirên û bo ew mebesteş çawerawnî rênimayî Wezaretî Darayî deken.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌