ROJNAMEY XEBAT 2010-05-06
Ferhan Cebar: Hîç rahênerêk nabê bas le şêwaz û planî yarîkirdinî xoy bikat

Serpereştiyar û rahênerî tîpî topî pî yaney werzîşî Ararat Ferhan Cebar sebaret be hendêk meseley yanekew xirapî astî tîpî topî pêyî yanekeyan le xulî Kurdistan da û çend babetêkî dîkey giring boman hate go û sereta derbarey wergirtinî erkî rahênerayetî leyaneke gutî:

Duway ewey çendîn rahênerman le derewey Herêm bo meşq û rahênanî tîpeke hêna, belam detwanim bilêm hîç yekêkiyan le karekaniyan serkewtû nebûn û encamekanîşiyan ta radeyek wek pêwîst nebû, her boye serokî fexrî yanekeman daway lêkirdim ke erkî rahênerayetî tîpî topî pêyî yaneke werbigirim, minîş be dawakeyan razî bûm.

* Bo çî natwanin rikaberî bedesthênanî xulî nayabî Kurdistan biken?

- Le mew duwa plan û nexşeyekman dariştuwe bo dû salî dahatû, be mebestî dirustkirdinî pêkhateyekî behêz ta bitwanîn le xulî Kurdistan rikaberî yanekanî dîke bikeyn.

* Duway tewawbûnî xulî Kurdistan êwe emsal le çi şuwênêk bûn?

- Le duway tewawbûnî xulî nayabî Kurdistan tîpekeman le rêzbendî pley heştem mayewe.

* Destey kargêrî ta çend le gel tîpî topî pê hawkar bûn?

- Be şêweyekî giştî le zor ruwewe hawkar bûn.

* Le kame yarî xulî emsal zor asûde buwî?

- Beranber yaney werzîşî Pêşmerge yariyekî başman kird û tiwanîman yariyeke be encamî (2-1) gol bibeynewe, boye lem yariyeda zor asûde bûm.

* Edî le kam yarî le astî pêwîst da nebûn?

- Beranber yaney werzîşî Dihok le astî pêwîst da nebuwîn, yariyekeş man be encamî (1-4) gol dorayîn.

* Cîge leyaneketan çi yaneyekî dîkey xulî Kurdistan cêgay serincî to bû?

- Yaney werzîşî Birusk zor serincî rakêşam, çunke yarîzanekaniyan be şêwazî komel le naw yarîga yariyan dekird.

* Xulî emsal be şêweyekî giştî çon bû?

- Xulî emsal ta bilêyî behêz bû, le hemû ruwiyekewe, be taybetî yanekan her hemuwiyan le seretay xuleke ta kotayî le rikaberî dabûn, boye wa pêşbînî dekem salî dahatûş le xulî emsal behêztir bêt.

* Astî nawbijwanan le berêwebirdinî yariyekan çon bû?

- Ta radeyekî baş serkewtû bûn, xoştan dezanin hîç şitêk bê kemukurî nabêt

* Bo werzî da dê wek rahêner le gel yaneke berdewam debî?

- Eme pirsiyarêke peywendî be xudî destey kargêrî yanekewe heye.

* Wek rahêner çi şêwazî yarîkirdinit pê başe û berhemî debêt?

- Hîç rahênerêk nabê bas le şêwaz û planî yarîkirdinî xoy bikat, be hoy ewey her yariyek taybetmendiyekî xoy heye.

* Bo çî be gêmî duwem delên gêmî rahêner, aya êwe le gêmî duwemda tiwanîwete werqey rabihey xot bekarbihênî?

- Be hoy ewey rahêner detwanî xale behêz û lawazekanî tîpî beramber bixwênêtewe, înca detwanê bo gêmî duwem planî xoy dabirjêt û rênimayî bidate yarîzanekan be gorînî şêwazî yariyeke.

* Çî bikirê başe bo topî pêyî yanekan?

- Eger bitewê astî tîpî topî pêyî yanekan pêş bikewêt, ewa pêwîste hawkarî bikirên le ruwî maddiyewe, cîge le meş eger bikirê yarîzanan teferux bikirên bo meşq û rahênan, be taybetî ew yarîzananey ke le dam û dezga hikumiyekan dewam deken

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌