ROJNAMEY XEBAT 2010-05-22
Serokê Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Koriya Başûr li Iraq kir

Îro şemî 22/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Sûk Bûm Park Balyozê Koriya Başûr li Iraq û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo destbikarbûna wekî Balyozê nû yê Koriya Başûr li Iraq pîrozbahî li Sûk Bûm Park kir û li vê erka wî ya nû de hêviya serkeftinê bo wî xwest û bi sedema rûdawa meha adara derbasbûyî jî serxweşiyê li gelê Koriya Başûr kir ku bi sedema niqum bûna keştiyek û hejmarek hemwelatiyên Koriya Başûr jiyana xwe ji dest dan, bi taybetî piştî derketina encama wê lîjneyê ku li rûdawan vedikoliya.

Balyozê Koriya Başûr jî ji bo vê hevsoziyê spasî Serok Barzanî kir.

Li mijareke din de ku behsa pêvajoya Iraq û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû kirin, Balyozê Koriya Başûr li ruyê aramî û avadankirinê ve behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ewê Herêma Kurdistanê tê dîtin gelek sosret dimîne ku eve beşek bê ji Iraq. Ev pêşketin û xweşguzeraniya ku li Kurdistanê da hatiye holê serkirdayetiya hekîmaneya Serok Barzanî û îradeya polayiya gelê Kurdistanê nîşan dide, gelê Koriya Başûr şanazî bi wê yekê dike ku li rêya Tîpa Zeytun û Ajansa Koyka ve avadankirinê kiriye û berdewam jî dibê li binyadnana jêrxaneke xurt ji bo Herêma Kurdistan û handana kompaniyayên Koriya Başûr ji bo vegerxistina sermayeyên xwe û encamdana projeyên cuda cuda li hemû waran da û daxwaza Hikûmeta Koriya Başûr jî bi vexwendina Serok Barzanî ya serdana Koriya Başûr nîşan da.

Li aliyê xwe ve Serok Barzanî wan hemû pêşketinên Kurdistan û aramiyê bi îradeya bi hêza gelê Kurdistanê ve vegerand û ragihand ku ew aramî vedigere li ser çanda gelê me ku ew jî çandeke pêkve jiyanê ye.

Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Koriya Başûr, bi taybetî Tîpa Zeytun û Ajansa Koykay kir ji bo wan hemû alîkariyên ku pêşkeşî gelê Kurdistanê kirine û balkişand li ser wê yekê ku bi karên xwe yên baş karîn pêwendiyekî xurt li gel gelê Kurdistanê bibestin, ew gelê ku niha gelê Koriya Başûr bi dostê rasteqîneya xwe dizanê‌ û li dawiyê jî de spasî Hikûmeta Koriya Başûrî kir ji bo wê vexwendina fermî û soz da ku li demeke guncaw da serdanê encam bide.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌