ROJNAMEY XEBAT 2010-05-23
Mîsî Raberayetî Berşelone Dekat Bo Be Desthênanî Naznawî Xulî Ispaniya Bo Carî Duwem Leser Yek.

Yaney Berşelone twanî parêzgarî le naznawî xulî Ispaniya bikat bo duwemcar le ser yek duway milmilanêyekî be hêz le gel yaney Riyal Medrîd ke nizîkey 38cewle xayandî. Berşelone le duwayn cewle da twanî serkewêt be ser yaney Beled Welîd be çwar golî xawên û le beramberîş da yaney Riyal Medrîd be 1-1gol le gel melege beramber bû. Bem encameş koy xalekanî Berşlone buwe 99xal ke jimareyekî pêwaneye le mêjuwî topî pêyî Ispaniya da û be ciyawazî 3xal le pêş Riyalî duwem mayewe. Lem yariye da 98hezar hander amadey yarîgabû pêşwextîş xoyan bo gêranî aheng amadekirdibû. Tiyayda 3 yane dabezîne rîzî ple duwekan ke ewanîş Xêrês ke beramber bû le gel Osasona be 1-1gol û Beled Welîd û Tênêrfî ke beramber Valnsiya be 1- 0 dora. Beramberbûnî yaney Melege le gel yaney Riyal Medrîd waykird henasey manewey ew yaneye le xulî ple yekekan dirêj bibêtewe bo werzî dahatû, ke ewanîş le duway kotayî hatinî yariyeke şan be şanî ahengî Berşeloney xawen naznaw ahengî maneweyan gêra.

Bem naznaweş koy naznawekanî Berşelone buwe 20 naznaw beramber be 31 naznaw bo Riyal Medrîd, herweha çwarem naznawîş le 6 salî rabirdû da. Lem yariyeş da Mîsî weku pîşeyî hemîşey raberayetî yaney Berşeloney kird be 2 gol û koy golekanî buwe 34 gol û jimarey Ronaldoy Berazîlî beramber kirdewe, herweha 47 golîşî le ser astî hemû palewanêtiyekan heye. Golekanî dîkeş le layen Pêdro û bergirîkarî Beled Welîdi be hele tomarkiran.

Her lem yariyeşda Xwan Laporta malawayî le cemawer kird ke 7sale le geliyane û twanî 11naznaw bikate xelatiyan. Valnsiyaş be pley sêyem hat be 71 xal û Eşbîliyeş twanî bigate xulî yane palewanekan Berşelone twanî 98 gol tomar bikat û tenha 24 golî lêkira û 99 xalîşî kokirdewe, yaney Riyal Medrîd 102 golî tomarkird û 35 golî lêkira û 96 xalî kokirdewe. Rîzbendî kotayş bem şêweyey xwarewe bû:

Berşelone 99 xal, Riyal Medrîd 96 xal, Valnsiya 71xal, Eşbîliye 63 xal- Hersê yane bo xulî yane palewanekan, Riyal Mayorka 62 xal, Xîtafî 58 xal-herdû yane bo xulî Ewrupa Lîg, Viyariya l56 xal, Etletîk Bilbaw 54 xal, Etletîko Medrîd 47 xal, Dîportîvo 47, Ispanyo l44 xal, Osasona 43 xal, Elmêriya 42 xal, Riyal Zaragoza 41 xal, xîxon 40 xal, Rasîng 39 xal, Melege 37 xal, Beled Welîd 36 xal, Tînîrfî 36 xal, Xîrîz 34 xal.



Nebez Rustayî

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌