ROJNAMEY XEBAT 2010-05-23
Îran Carêkî Dîke Daway Qerebuwî Le Iraq Kirdewe.

Be pêyî hewalêkî saytî fermî Hikûmetî Îran(Îrna) Elî Larîcanî Serokî Perlemanî Îran gotûyetî: Helbet le wergirtinewey qerebuwekan, ew hel û merce na asayiyey Iraq têyîdaye, le ber çaw degîrêt. Larîcanî herweha le gotekanî xoy da gotî: Xawên kirdinewey Şetul'ereb le gel Iraqiyekan bas kirawe û be pêyî peymannamey Elcezayr, em erke debêt herdû wilat be hawbeşî encamî biden.

Lem mawaney duwayîda, berpirsanî Îranî, berdewam daway qerebuwî cengî heşt saleyan le Iraq kirdotewe. Îran delêt debêt Hikûmetî Iraq 1100 milyar dolar wek qerebuwî şer bidat be Îran, le katêk da, rêjey em qerebuwe be pêyî amarî Netewe Yekgirtuwekan, 200miliyar dolar berawird kirawe.


 
chapkrdn   Share GERANEWE‌