ROJNAMEY XEBAT 2011-01-08
Azad Hemo (Cezîrî û Hestê Netewî)

Cîrî hatiye naskirin di tore û wêjeya kurdî, û ta radeyekê jî di wêjeya rojhilatî de bi tevayî bi helbestvanê sofînizm û ciwanî û heskirina xwedayî , lê gelek tişt di helbestê wî de hene nehatine şirovekirin, û vexwendinên wêjeyî li ser wan çênebûne, yan jî bi kêmî çêbûne, ji van aliyê nebehskirî di helbestên cizîrî de hestê netewiye ke di gelek ciyan de di helbestên melê de diyar dibê.
 
Hestê netewî li cem melayê cizîrî bi du rengan di nav helbestên wî de xuya dikê.

1- Bi rengekî nepenî û ne eşkere.

Di hevokekê de, yan di gotinekê de, yan di wêneyekê de bi rengekî hunerî û ne eşkere.

2- Bi rengekî eşkere û diyar.

Di du xweşxewanan de hestê netewî li cem melayê cizîrî bi rengekî eşkere tê xuyakirin, weke çilo emê bibînin di dawiya vê lêkolînê de.

Divê em zanibin tenê nivîsandina helbestan  bi zimanê kurdî di wê serdemê de hestekî netewî didî xuyakirin nexasim ku cizîrî sê zimanê biyanî dizanibû ji bilî kurdî û di wan şareza bû.
Di serdema cizîrî de du dewletên mezin hebûn ” Osmanlî ” û ” Sefewî ” zimanê wan turkî û farisî bû ji bilî zimanê ola mislmantiyê zimanê ‘erebî, di rewşeka wiho de dema cizîrî berî 400 salî helbestên xwe bi kurdî nivîsandine, ev jî heke tiştekî bidî xuyakirin hestekî netewiyî berz û bilind li cem cizîrî di dî xuyakirin.
Bê guman cizîrî bi vî karê xwe karekî netewî kiriye, û serkêşiya helbestvanên kurd kiriye da ew jî bidin ser şopa wî û bibin peyrewê rêbaza wî, û helbestên xwe bi zimanê xwe yê netewî binvîsin.

     melayê cizîrî dixwest felsefa tesewifê di riya helbestên xwe yên kurdî de bighênê gelê xwe yê kurd, û vê felsefê têxe bin xizmeta wêje û toreya kurdî.
Mele dixwest wêjeyek kurdî nivîskî hebê, ne kêmî wêjeya firs û tirk ‘ereban bê, û dixwest miletê wî guhdanê li vê wêjeyê bikê, da kurd jî weke hemî miletên cîhanê xwedî dîrokeke wêjeyî bin, ji ber wilo cizîrî dibêje:
Ger lûlûyê mensûr ji nezmê tu dixwazî
                                             Wer şi’rê melê bîn te bi şîrazî çi hacet.
Cezîrî xemxwerê ne guhdana kurdan li wêjeya kurdî bû, nexasim ku hunera xwe ji hunera helbestvanên biyanî kêmtir ne didît heger bilind û balatir nedîtibe.
Cizîrî dibêje:
Di ‘işqê şêxê sanî me                         Bi dil behra me’anîme
Li zî hucrin we zî ‘eqlin                       Şifaun fî işaratî

Di iqlîmê suxen mîrim                       Di şi’rê de cihangîrim
We ye’lû mewkibel ‘uşaqî                 E’lamî we rayatî


      Ermarzê helbestî li cem cizîrî gelekî pêkhatî bûn û cizîrî bejneka bilind bû di toreya rojhilat de, û hunera wî ne kêmtir bû ji hunera torevanên biyanî mîna ” Ibnil farid ” û ” Hafiz ” û ” Se’dî ” ; lewra dixwest kurd guhdanê li vê hunerê bikin û sûde jê bigrin.
Cizîrî ne dixwest kurd bê ser û berate herin, bê dunde, ji ber hinde helbestên xwe bi zimanên wan danîn.
Ev daxwaz piştî nêzîka sed salî li cem Ehmedê Xanî diyar û beloq bû dema di destpêka Mem û Zîna xwe de dibêje:

Xanî ji kemalê bê kemalê                      Meydana kemalê dîte xalî
Da xelk nebêjin ku ekrad                       Bê me’rîfetin bê esl û binyad 

       Dibe ev ne guhdan li tore û wêjeyê ne tenê li cem qatên perîşan û reben ” ‘eba boz ” hebê; lê belê li cem qata  mîrek û kesên ji wan ve nêzîk ji kesên xwedî sermiyan û maldar ” ‘eba sor ” Jî hebe. Em vî tiştî di vê malika cizîrî de dibînin:
Ger çi der dîwanê hedret pur heqîrin şubhê mûr
                                                       Çeşmê te çeşmê Suleymanî bi halê mûrî bî

Ev êşa han êşa Ehmedê Xanî bû jî dema dibêje:

Ger dê hebiwa me xudanek        ‘Alî keremek letîfe danek
 ‘ilm û huner û kemal û iz’an           şi’r û xezel û kitêb û dîwan
ev cinsî biba li ba wî me’mûl           Ev neqdî biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn      ‘Alî bikira li banê gerdûn

        Berî em ji vê xalê derkevin şanek heye – divê em baskin – li ser helbestên cizîrî. Melayê cizîrî gelek gotinê biyanî di helbestên xwe de bikartanîn, di be Cizîrî di vê hûnana tebût û hevgirtî di navbera sê çar zimana de dixwaze bêje ku zimanê kurdî zimanekî wêjeyî ye ne kêmtire ji van zimanên biyanî ku gotinê wan di helbestên wî de hatine.
       Melayê cizîrî ne dûrî civaka kurdî bû, û haya wî ji çanda kurdî hebû. Mele li cizîra botan çêbûye û jiyaye û lê xwendiye û bûye mamosta di mizgefta sor de û lê çûye ser dilovaniya xwedê û li dirêjiya temenê xwe dev ji kurdistanê bernedaye û ne çûye welatekî biyanî, eve didî xuyakirin cezîrî ta çi radeyê bi qad û civaka kurdî ve girêdayî bû, û bergehên vê girêdanê di helbestê wî de xuyane. Cizîrî dibêje:
 
Ev narê sîqala dile           dayim li wê qala dile
Newroz û sersala dile     weqtê hilîtin ew sirac

Tenha ne Kurdistan didin      Şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çavan didin      ji Esbehan têtin xerac

Em di van her dû malikan de navê kurdistan û newrozê dibînin, û weke em dizanin newroz cejna netewiye li cem kurdan. Eve didî xuyakirin ku cizîrî xwe ji civaka kurdî didît, û haya wî ji dasend û bûneyên netewî di civaka kurdî de hebû. Gelek nimûne li ser vî tiştî di helbestên cizîrî de hene mîna:

Dax û key min lê hezarin          gul di dest şewkên bi xarin
surperî dêwê kinarin                 Ehreman xatem revaye.

Yan dema dibêjê:

Dilgeşte min ji dêrê, naçim kinişteyê qet     Mihrabê wê bi min re, wer da biçine Laleş.

       Ehreman xwedayê niheqî û zordariye di ola Zerdeştî de, ev ola ku baweriya kurda pêdihat berî ola misilmantiyê li rojhilatê dinyayê belav bibê, her wiha Laleş jî hica kurdên êzîdiye; Ola êzîdî olek kurdiyî xurûye; ango tenê baweriya kurda bi vê olê tê, ji bilî kurda baweriya ti miletî bi vê olê nayê. Ji van malikê jorîn û gelek malikê dî mîna:

Muyekî ez ji te nadim bi du sed Zîn û Şirînan
                                        Çi dibit ger tu hesêb kî me bi Ferhad û Memê.
Yan:

Mîr û kurmanc li holan qederek westane
                                              Lê di nîvê bi sef û tîpê ‘ereban hatine ceng

Em dibînin cizîrî çenda bi çand û civak kurdî ve girêdayî bû.
Ku em vegerin cemê pêşî ji malika dawî emê bibînin ku ta çi radeyê cizîrî bi civaka kurdî ve girêdayî bû û haya wî ji qatên civakî di civaka kurdî de hebû. Ji van qatan.
1- Qata kurmanca
Ji kesên belengaz û cotkar û karker.
2- Qata mîrekan
Ji mîrekan û kesên ji wan ve nêzîk.
Bê guman ev nimûeyên dawî gelekî giringin ji ber ne tenê didî xuyakirin ta çi redeyê cizîrî bi civaka xwe ve girêdayiye lêbelê helbestên wî belgene ji bo gelek tiştên civakî û dîrokî û konevanî ku li ser dema wî û demên berya wî li Kurdistanê rûdane.
Di van nimûneyên bûrî de em dibînin ku hestekî netewî li cem cizîrî heye, lê bi şêweyekî nepenî û ne eşkere, lê di gelek ciyan dî de di dîwana melê de em vî hestê han bi rengekî diyar û eşkere dibînin.
Ne tenê cizîrî bi civaka kurdî ve girêdayî bû û haya wî ji çanda kurdî hebû lêbelê serbilind bû bi jêberiya vê civakê û vî miletî, weke çilo di vê malikê de dibêje:

Gulbaxê iremê Buhtanim                şebçiraxê şebê Kurdistanim

Di gel pesn û têvedana xwe de Cizîrî di vê malikê de serbilinde bi jêberiya kurdî, û bi kamuranî dibêjê ez xetîra şevên Kurdistanê me.
Cizîrî xemxwerê êş û janên welatê xwe Kurdisatan bû, di geke ciyan de di dîwana xwe de nerazîbûna xwe didî xuyakirin li ser buyerên ku li ser welatê wî Kurdistan derbasbûne weke çilo dibêjê:

Sef sef me dîn hindî û zeng                   Cengîzî hat Teymûrî leng
Xef wan reşandin dil xedeng                  Teşbîhê tîrê mîr Şeref

Yan:

Turkên xwînrêz û xumarî, me bi yek xemzeyekê
                                   Zuhdê çil sale li min kir zêr û zeber kir ji esas
Yan:

Geh dil û geh can didin turkên te tên         Nakirin yexma û talanî xelet                 Meşrebên turkan furat û nîlî kir                  Teşneleb çû terefê Ummanî xelet

  Em ji van malikê jorîn tê dighêjin çendî Cezîrî di êşiya bi bobelat û bûyerên xirab ku li welatê wî Kurdistan rûdidan, û em nerazîbûna Cizîrî dibînin li ser desthilatdariya turkan di gelek gotina de mîna ” Yexma, Talan, Turkên xwînrêz ” Cizîrî dirindiya turkan didî xuyakirin û nerazîbûna xwe li ser karê wan eşkere dikê.
     Vedenga vê nerazîbûnê em di Mem û Zîna Xanî de dibhîzin dema dibêje:

Xelib ne dibû li ser me ev rûm       ne dibûne xerabeyê di destê bûm              mehkûmu ‘eleyhî û se’alîk             Mexlûb û mutî’ê turk û tacîk                                  Emma ji ezel xwedê wisa kir         Ev rûm ‘ecem li ser me rakir

Zêdetir ji vî hestê netewî em  bergehên hizrek netewî li cem Cizîrî dibînin di du xweşxewanan de yên di destpêka wan de Cizîrî debêje:

1- Ey şehînşahê mu’ezzem, heq nîgehdarê tebî
                                           Sûreta ” ina fetehna ” dor û madarê tebî

2- Xanê xanan, lami’ê necma te her pur nûrî bî
                                           keşteya bextê te, ez bayê muxalif dûrî bî

       Zevengî di pertûka xwe ya binavê ” El’idil cewherî fî şerh dîwan el cezerî ” wisa dibêje: Sûreta fatihê li ser dîwarê burca belek hatiye neqişandin ji ber wilo Cizîrî di xweşxewanên xwe de ev tişt bikar aniye, lê li şûna burca belek dibêje burca şeref:

Dayima menzilgeha sûra tebit burca şeref      Tali’ê ferxunde û bextê se’îd yarê tebî

Her wisa Cizîrî dîsa dibêje:

Şemsî di nêv birca şeref da      Sed kewakib di çar teref da

   Ji van her du malikan ji me ve tê xuyan ku Cizîrî hemdemê mîr Şeref bû, û ev her dû xweşxewane di pesnê wî de nivisandine, di hinek cihên dî de jî ji bilî van xweşxewana cizîrî basa mîr şeref dike.
Lê di van her dû xweşxewanan de Cizîrî hizra dewletek kurdî dike ku paytexta wê cizîra botan bê, û mîr Şeref mîrê vê dewletê bê, û sînorê vê dewletê gelekî ber fireh bê ta bighêjê hemî sînorên Kurdistanê, û miletî kurd tê de bijî aza û serbşixwe bê koletî û bindestî.
Em van daxwaza di van xweşxewanan de bi rengekî beloq dibînin.

1- Hizra dewletek kurdî.

Navê Kurdistan gelek caran di helbestên Cizîrî de hatiye, lê weke daxwazeka netewî Cizîrî xwestiye Kurdistan bibe dewleteke serbixwe di bin desthilata mîr şeref de.
Cizîrî dibêje:

Ne tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin  
                                          Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî

Her wiha Cizîrî navê dewletê eşkere dibêje:

Her ser dewlet hebit dê her di nêv benda te bit
                                            Her kesê ‘aqil bitin dê her di cokarê te bit
Ê ne dewlet xwahê hedret bit ji nêva can û dil
                                             Şubhê ehlê şeqa ber qehr û azarê te bî

Yan dema dibêje:

Ji asîtana dewletê xayib nebî carek mela
                                  Da ji fermanê mukerem dem bi dem memûrî bî.

           Di van malika em dibînin çendî melayê Cizîrî dixwest dewletek kurdî di bin desthilata mîr Şeref de ava bibê.

2- Paytexta dewletî cizîra botan.

Em vê daxwazê di gelek malika de dibînin mîna:

Ma cizîrê subhê darê textê heft iqlîmi bit
                                  Hem bi hukm û seltenet Eskender û Fexfûrî bî.

Ango Cizîra botan ne tenê bibî paytexta Kurdistanê belê bibî paytexta seranserê cîhanê, û mîr Şeref bi nav û deng bê mîna Eskenderê meqdûnî.
Nêzîkî vê wateyê Cizîrî dibêje:

Xasê teşrîfa te bin derya û derbendê ‘ecem 
                                             Da xelatên her seher zerkeş û mexmûrî bî

     Di neqşenîgariya cîhaniya kevin de dunya heft herêm bû, û Kurdistan di herêma çaran de bû lewra Cizîrî dibêje:

Ger çi der iqlîmê rabi’ hatî textê seltenet
                                         Padîşahê heft eqalîman selam karê tebî

3- Xwestina azadiyê ji bo miletê kurd.

Cizîrî dixwest miletê kurd azad bibe ji nîrê dijminên zordar weke çilo dibêje:

Ê divêt azade bit dê çehvenêrê lutfa te bit
                           her çi estixna di dil ber minnet û parê te bî.

Zevengî gotina ” azad ” diwergirînê ‘erebî bi wateya ” aza ” lê ew bi xwe di helbestê de bi wateya azad hatiye; ango Cizîrî divê malikê de dixwazê gelê kurd azad bibê ji bend û zincîrê neyaran di riya mîr Şeref de mîrê Kurdistanê.

Li dawiya vê lîkolînê ez dibêjim bergehên hizrek netewî li cem melayê Cizîrî hebû, vedenga van bergeha di raman û boçûnê helbestvanê li pişt Cizîrî hatin xweşik hate xuyakirin weke em li cem Ehmedê Xanî dibînin.
Bê guman Cizîrî tiştekî bi hêsanî nadê xwênerên xwe, bê kêkolîn û xepartin, ji ber wilo nêzeyên rexneyî û vexwedinên toreyî gelekî giringin ta em karibin hunera cizîrî fêmkin û bidin fêmkirin.
 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌