ROJNAMEY XEBAT 2010-05-24
Ehmedî Nejad Delê Ger Îran Nebuwaye, Îslamîş Nedebû

Be pêyî hewalêkî saytî Serok Komarî Îran, Ehmedî Nejad Gotûyetî: "Hemû Pêxemberekan çermeserî zoriyan çêşt bo ewey peyamey xwa be xelk bigeyenên, belam duway xoyan em peyame tûşî larêyî debû. Erebe demargîrekanîş deyanewîst peyamî Pêxemberî Islamî le çwarçêwey xoyan da bihêlnewe, belam pêxemer çansî hêna çunke Îraniyekan rastî peyamî ewyan derk kird û parastiyan û pereyan pêda.

Serok Komarî Îran gotî: Eger Îraniyekan nebiwan, Islam rûberuwî xelk debowe. Ew delêt: Larêyekî gewre le katî hakimyetî Islam pêkhat, cahliyet û demargîrî Ereb, bedreftarî û tundutîjiyekaniyan be nawî hizrî yekgirtuwî û Islamî, rûberuwî xelk kirdewe û ayînî tewaw û rastî hîdayet ew heley bo rexsa ke biçête naw dilî gelî Îranewe.

Mehmûd Ehmedî Nejad basî le lemperekanî berdem pêxemberî kirdû û gotî: Pêxemberî Islam em heley bo rexsa ke gelî Îran peyamekeyan wergirt û lem katewe twanî bilaw bibêtewe.




 
chapkrdn   Share GERANEWE‌