ROJNAMEY XEBAT 2011-01-29
Azad Hemo (Rewanbêjî)

Bê guman her kesê çande dizanê çiqasî rewanbêjî pêwîste ji bo em karibin jîrbêjiya kurdan di axiftinê de fêmbikin û zanibin çewa kesê kurd hevokên xwe sazdikê bi şêweyê rewanbêj û nimûneyên petî.
Ev nimûneyên ku em di axiftina rojane de  gelekî bikartînin, û di paşmaya pêşiyên xwe de dibînin, çi di pend û şîretan de çi di sitran û lavij û heyran şeran de çi destanên kevnetorî de û çi jî di dahênanê helbestvanên me yên mezin de, weke Melayê Cizîrî û Feqê Teyran û Nalî û Hacî Qadirê koyî û Ehmedê Xanî Hêmin û Cegerxwîn...Dt.
Bi riya rewanbêjiyê nimûne û şêweyên baş û petî ji yên ne baş û ne petî ji hev nasdikin, û dizanin çima hinek weyneyên hunerî ji hinekî dî petî û bi hêz tirin, û her wiha em karin şêweyên axiftinê li cem kesê kurd  fêmbikin, û di heman kat de agehdariya bendê rewanbêjiyê dihêlê em axiftina xwe bighînin kesê beramber î  xwe bi şêweyek rast û dirust dema li ser bendê rewanbêjiyêyî resen  axiftina xwe em birîsîn, û axiftina wî kesê beramberî xwe jî em karin fêm bikin, û tiştê her girin ewe ku bi riya rewanbêjiyê em giranbuhayiya zimanê xwe yên şêrîn - Zimanê Kurdî -  nasdikin .

Gotina rewnbêjî ji du kîtan pêktê (Rewan)  ango xurt û hêsan, di kurdî de em dibêjin hespê rewan ango xurt û bihêz û bi lez û beze û bê lukmandin, û kîta diwem (Bêjî) ango axiftin û lêvkirina gotinan yan nivîsandina deqan, û dema em her du gotina bi ser hev ve dikin gotineke hevdûdanî dirust dibê ke wateya xweşikbûn û diristiya derbirîna xeberdanê, û li ser sê beşan tê parvekirin

1-    Wate
Di vî beşî de em şêweyên derbirînê nasdikin û weyneyên hunerî fêmdikin û pê dizanin çewa wate bi şêweyekî petî dirustdibin.
 
2-    Ciwankariya gotinê
Di vî beşî  de em wan tiştên ku xweşikbûn û ciwaniyekî didin axiftina kurdî nasdikin.
3-    Riste
Di vî beşî de em fêrî şêweyê ristina hevokên kurdî dibin û reng û cûreyên hevok û axiftinê ji hev cuda dikin, û pê dizanin sedema bicîkirina gotina di hevokan de.
Mixabin ta niha ti lêkolînek berfireh li ser rewanbêjiyê bi kurmanciya jorîn ne ketiye destê min de, û ne min bihîstiye jî ku lêkolîn yan pirtûk li ser rewanbêjiyê bi vî zaravî hatine afirandin, tenê çend gotarê piçûk hatine nivîsandin, û wan jî ev babet  têrnekine ji xebartin û vekolînê û li ser rewanbêjiyê bi şêweyekî tevayî û ber fireh çênebûne, lê di kurmanciya jêrî de hinek lêkolîn û pertûk çêbûne û hindek kesan li ser vê babetê nivîsiye weke ( Dr. ‘Ezîz Gerdî ) ke vekolînek girambuha li ser rewanbêjiyê nivîsandiye.
 
 
Wate: 
Wate beşê herî giringe di rewanbêjiyê de ji ber ev beş guhdanê li şêweyê derbirînê deke, û cûrecûrên wêneyên hunerî bi me dide naskirin.
Ango wate ewe zanînana guhdanê li şêweyê derbirînê dike, û me fêrî jîrbêjiya kurdan di hunandina weyneyên hunerî de.
Wate jî ji sê beşaye.
1-    Mînak
2-    Rewakirin
3-   Çêl

Mînak:
'' Mînak berbiwarkirineke di navbera du tiştan de ku hevbeşbin di rengdêrekî de, yan diwateyekê de bi alîkariya emrazeke mînakî ''
Weke em bêjin:
- Ristem weke şêre bi jêhatîbûna xwe di rezmê de.

Divê nimûnê de em dibînin ku Ristem û şêr hevbeşin di wateya jêhatiyê de û, bi arîkariya emraza wek berbiwarkirin di navbera Ristem û şêr de hate avakirin.

Melayê cizîrî dibêjê:

Gelo dîsan bibînim ez
                  Çiraya wesletê helbit
Bisojim şubhê perwanê
                  Di ber wê nûr şewqê de.

Di vê nimûnê de melayê Cizîrî û perwane herdû hevbeşin di rengdêra suhtinê de û, em dibînin ku berbiwarkirin di navbera Cizîrî û perwanê de hatiye avakirin bi alîkariya emraza şubhê.

Cizîrî di malikeka dî de dibêjê:

Hubba teye min radihejînî ku binalim
            Şeb ta seher nale ji rengê ceresim ez
 

Hîmanên mînakê:
 
Ji danasîna jorê tê xuyakirin ku mînak ji çar hîmana ava dibe.
1- Mîneser:
Ewe hîmanê yekem di mînakê de, ku bi tiştekî dî ve tê girêdan.
2- Mîner:
Ewe hîmanê diwem di mînakê de, ku mîneser pêve tê girêdan.
3- Emraz:
Ewe alava ku pê mînak tê naskirin û, pê girêdan di navbera mîneser û mîner de ava dibe û, ev emraz carcar di mînakê de bikar tê û carcar jî bikar nayê.
4- Rengê mînakiyê:
Ewe wateya hevbeş di navbera mîneser û mîner de û, ev wate jî carcar di mînakê de bikar tê û carcar jî bikar nayê.
Ehmedê xanî li ser zimanê zînê dibêjê:
Xwezya ko li min xedeb kira mîr
                    Manendê Memê bi xill û zincîr ''1''

Di vê malikê de em dibînin ku her çar hîmanên mînakê bikarhatine.
1- Mîneser                                       Zîn
2- Mîner                                          Mem
3- Emraz                                          Manendê
4- Rengê mînakê                              Bi xill û zincîr  
                                     
Cegerxwîn jî di malikeke xwe de wisa dibêje:

Tu Leyla ez wekî Mecnûn            Sitem kir pir li min gerdûn
Xemê dil dicle û ceyhûn               Felek hey lê felek hey lê

Di vê malika seydayê Cegerxwîn sê mînak hene.

1- Tu Leyla
- Mîneser                                Tu
- Mîner                                   Leyla

Di vê mînakê de tenê mîneser û mîner bikarhatine, û emraz û rêngê mînakê hatine avêtin ji mînakê.

2- Ez wekî Mecnûn

- Mîneser                                    Ez
- Mîner                                      Mecnûn
- Emraz                                   Wek
Lê rengê mînakê di vê mînakê de ne hatiye.

3- Xemê dil dicle û ceyhûn

- Mîneser                               Xemê dil
- Mîner                                 Dicle û ceyhûn
 
Merca mînakê:
 
     Ta ku mînak ava bibê divê mîneser û mîner di mînakê de hebin. Mînak li ser pişta van her dû hîmanan ava dibê, lê emraz û rengê mînakê geh di mînakê de bikartên û geh nayên, û li gor hatin û nehatina emrazû rengê mînakê di mînakê de çar reng ji mînakan peyda dibvin.
 
1- Mînaka çarcem:
 
Dema her çar hîman di mînakê bikar bên ew mînak çarceme.
Weke çilo Cizîrî dibêje:
 
Bi dama muhbetê bendim xedenga xeftetê dil nuht
Bi şubhê murxê nêmbesmel di hevwertêm di xwînê de
 
Yan weke çilo Ehmedê Xanî dibêje:
Perwane sifet li pêş werdan        Her disojim bi dax û derdan
Di van mînaka de em dibînin ku her çar hîmanên mînakê hene.
Di malika xanî de em dibînin:

1- Mîneser                      Mem
2- Mîner                       perwane
3- Emraz                     sifet
4- rengê mînakê         suhtin

Niha emê çend nimûneyan bînin ji bo em vî rengî ji mînakan zelaltir bikin.

Seydayê Tîrêj di reşpelekê de li ser seydayê Palo wisa dibêje:

Cih û warê te seyda maye vala
             Tu kes nîne ku şûnwarê te bigre
Li ser textê evînê wek Cizîrî
           Di şi'r û perwerî de tayê xanî

Cizîrî jî bi heman şêwe dibêje:

Me divê periya dilberê             Lê hê li islûba berê
Lê kifş be bête j' pencerê         Bê û biçit teşbîhê ba 2

Yan dema dibêje:

Tîr dan ji qewsê eswede             Şahzadeya şêrîn qede
Kuştîne wek min çend sede        Wê padîşah û beglerê
 
2- Mînaka bê emraz:
           Ji navê vê mînakê ji me ve tê xuyan ku alava mînakê tê de bikarnayê.

Weke çilo mele Ehmedê Nalbend dibêje:

Ezim bo we bihara her ter û tol
                       Çi lazim her bînim bikim tok

Her bi vî awayî Noşînê Bêcirmanî dibêje:

Ev bûye salek ez evîndarê te me
                  Dîl û reben, çûkim di davê por zerê
Peyvên te wek berfa havînê li dil
                  Ava gula têj wî devê wek kewserê

Di vê nimûnê de em dibînin ku tenê sê hîman bikarhatine.

1- Mîneser                    helbestvan
2- Mîner                      çûk
3- Rengê mînakê         dîl û reben

Lê emraza mînakê ji mînakê hatiye avêtin weke vê malikê ye gotina me:

Ristem şêre di şer de.
Niha di çend nimûnan de emê zelaltir bikin.

Ehmedê Xanî di Mem û zîna xwe de dibêje:

Tehqîqê melek we ya perî bûn       Lewra ji av û gilê berî bûn

Di cihekî dîde xanî dibêje:

Meşriq tuyî agirê te zahir        Mexrib ez û batinê min agir

Nalbend jî wisa dibêje:

Duhî dilber me dî li banê hewalê       Nebûn horî bi wê keys û fesalê
 
3- Mînaka bê reng:
 
Dema rengê mînakê di mînakê de neyê bakarnanîn jêre tê gotin bêreng weke em bêjin:

Ristem weke şêre.
Di vê nimûneyê de em sê hîmanan dibînin

1- Mîneser                Ristem
2- Mîner                  şêr
3- Emraz                 wek

Lê rengê mînakê di vê nimûneyê de bikarnehatiye, ji ber hinde mînak bêrenge.

Cizîrî di malikeka xwe de dibêje:
 
Ev sîneya wek nay û ney            Pur lê kişandin dax û key
 
Di vê malika cizîrî de em dibînin ku rengê mînakê hatiye avêtin ji mînakê, û her sê hîmanê dî bikarhatine.

Cizîrî di cihekî dî de ji dîwana xwe dibêje:

Te'alel lah çi zatî tu             Çi wê şêrîn sifatî tu
Ne wek qendî nebatî tu       Yeqîn rûh û heyatî tu
Her wiha dîsan cizîrî dibêje:

Min go mehê new: çaşîtiyê ebriwê yarî
                  Go: min çi hede şubhetê ne'lê feresim ez

Di vê malika Cizîrî de em dibînin ku di her cemekî de mînakek heye, û ev mînak her dû bêrengin ji ber rengê mînakê – yê di vir de xûz û ziraviye – bikarnehatiye.

Niha emê çend mînakan bînin ji bo vê mînakê zelaltir bikin.

Xaniyê mezin dibêje:

Yaqûteke mislê daneya nar                 Miş'el sifet ji bo şeva tar

Xanî di cihekî dîde ji destana xwe dibêje:

Zîna kû şebîhê durrê meknûn            Fil hal kû dî Memê

cegerxûn

Bêbuhar jî bi vî şêweyê derdibrê:
Ez mam li der bêkes û bê war û heval
Zrên mi birçî man hemû sêwî li mal
Hîn jî bi ser de diya mi kûr bavê mi kal
                        Ew man wekî çîçkê di hêlînê xwe da
Salihê Heydo jî bi vî rengî dirîse:
Di nav çavên neyaran de wekî dirrî diyarim
                                              Şûjin û dirêşim

Di van mînakên jorîn em dibînin ku rengê mînakê di wan de bikarnehatiye, ji ber hinde ev mînak bêrengin.
 
4- Mînaka tekûz:
Dema emraz û rengê mînakê her dû di mînakê de bikarnewin, ango mînak tenê li ser mîneser û mîner ava bibê.
Weke em bêjin:
Ristem şêre.

Bi vî rengî Cizîrî di vê malikê de dirîse:

Gulbaxê iremê buhtaim                     şebçiraxê şebê kurdistanim

Di vê malika Cizîrî de em dibînin ku emraz û rengê mînakê ji mînakê hatine avêtin, û tenê mîneser û mîner mane, û ev mînak di koka xwe de wihaye.

Ez wekî şebçiraxê şebê kurdistanê diîsim û ronî didim, lê emraz û rengê mînakê hatine avêtin, û mînak li ser du hîmanan maye.
Mîneser                          Melayê Cizîrî
Mîner                             şebçirax
Ji ber hinde ev mînak tekûze

Seydayê Tîrêj bi vî rengî di vê malikê de derbibrê:

Ezim terha serê lemma        Kulîlka ber devê çemma
Dilopa hingiv û xurma         Li ser lêvên di hozana

Her wiha Ehmedê nalbend dibêje:

Bikin bo min xebat û ittîfaqê            Bo jinek layiq û sermem
şimamok

Ehmedê Xanî jî wisa dibêje:

Em şêrin û ew du xo xezalin             Pir 'eybe ko em ji dest binalin

Her wiha Perto begê Hekarî wisan dibêje:

Sîme saq û sîne sîm û               Sîm ber û sîmîn beden

Cizîrî jî wisa derdibrê:

Dêm fennere xal 'enbere          bo mawere leb şekkire

Ew meyperest meşha û mest   cama di dest ferfûrî bû
Di vê malika cizîrî de em dibînin ku di cemê pêşî de çar mînakên tekûz hene, ew bi xwe di koka xwe de wisane. Dêm wekî fenerê bi roniye, û xal wekî 'enberê reşe, û bîn mîna mawerê xweşe, û leb tayê şekir şêrîne, lê emraz û rengê mînakê her dû ji mînakan hatine avêtin, û wisa bûne mînakên tekûz û bi vî rengî mane.

Dêm fenere  xal 'enbere bo mawere leb şekire.
Divê em zanibin ku her çar rengê mînakan ne weke hevin, ango ne diradeyekê dene, hindek ji hindeka rewanbêjtir û bi hêztirin.
Mînaka tekûz ji her sê rengê dî ji mînakan rewanbêjtire ji ber dema em dibêjin ristem şêre weke em bêjin ku Ristem şêr bixweye di hemû Salox û rengdêrên xwe.

Mînaka bêreng ji her dû mînakên din bi hêztire di derbirîna wateyê de, ji ber dema em dibêjin Ristem weke şêre weke em bêjin ristem şêr bi xweye di hemû salox û rengdêrên de lê ev salox û rengdêr di cem şêr zêdetir ji Ristem.

Mînaka bê emraz ji mînaka çar cem bihêztir û rewanbêjtire ji ber dema em dibêjin Ristem şêre di şer de weke em bêjin ku ristem şêr bi xwe ye lê di rengdêrekî tenê de, ew jî di vir de xurtbûne di rezmê de.

Mînaka çarcem ji her sê rengê dî ji mînakan qelistire, ji ber dema em dibêjin '' Ristem weke şêre di şer de '' em dibêjin Ristem weke şêre, lê tenê tenê di rengdêrekî de, ew jî di vir de xurtî û jêhatîbûne di rezmê de, û ev rengdêr di şêre diyar û beleoq tire ji Ristem.
 
 

 

:

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌