ROJNAMEY XEBAT 2010-05-25
Frans Xafêr Lovard bo Xebat: Nabêt le xomanewe be bê hîç belgeyek pencey tawan bo hîç kes û layenêk dirêj bikeyn

Dîmane: Arî Mamşeyî

Çend rojêk pêş êsta, nêzîkey 18 nûser û rojnamenûs û wênegirî be nawbangî cîhanî ke le ser Kurd kariyan kirduwe, nameyekiyan arastey Serokî Kurdistan kird û têyîda dawayan kird gerentî azadî rageyandin bikirêt û daway destgîrkirdinî bikujanî Serdeşt Osmaniyan kird. Frans Xafêr Lodvardîş le nêw ew nawaneda bû, belam duwatir ew peşîmanî xoy le bûnî nawî xoy le ser ew nameye nîşanda ke lem dîmaneye da hokarekanî xiste rû.

Kêşey teknîkî

Be pêyî ew rûnkirdinewaney Lodvard xistiye rû, derkewt be hoy nezanîn û kêşey teknîkiyewe nawî çuwete ser nameke. Sereta nawbiraw basî lewe kird ke ew nameyekî le layen kesêkî nenasraw be nawî Charls Glas le rêyî Jhon Randelî biraderî xoyewe pêgeyîştuwe û gutî: Eger be hoy Jhon Randel ewe nebuwaye hergîz welamî namekeyim nededayewe, belam Jhon Randel pêgey û rêzêkî taybetî lay min heye. Her weha le katî welamdanewekeş ew daway çend gorankariyekî le namekeda kird û daway kirduwe ke nameke be şêwazêkî ziyatir dîplomasiyanetir binûsrêt û çend risteyek hen labibirdrên, lewane ew risteyey basî ewe dekat ke renge hêze emniyekan destiyan têda hebêt, belku ew gutî: Madam ême ewaney nameyekiyan arastey Serok Barzanî kirduwe hemû kesanî rageyandinkarî profesyonalîn nabêt le xomanewe bebê hîç belgeyek pence bo hîç kes û layenêk dirêj bikeyn, çunke hîç belgeyek nayselmênêt kê le piştewey em kare daye û dawam kird ziyatir çawerê bikeyn bo ewey hendê şit aşkira bikirên û nabêt be duway dîaye bikewîn. Her weha gutî: belam eme propagendeyekî zor rûne.

Lovard danî beweşda na ke ew kota ristey nameke ke têyîda nûsrawe: Ême dawa le êwe dekeyn siyasete çewsênerekanî ew rejîme negirneber ke êwe bo maweyekî ewende dirêj le dijî xebat tan kird. Nexwêndetewe be hoy ewey ke zor serqalbuwe û giriftî hunerî le komputerekey da hebû. Le barey em risteyewe ew gutî: Be hîç şêweyek qabîlî qebûl niye Hikûmetî Herêmî Kurdistan û serkirdayetiyekey be rejîmî be'esewe bibestîtewe û min be hîç şêweyek emem pê qebûl niye û zor dijî em risteyem, eger bimzaniyaye em risteyey têdaye hergîz îmzam ne dekird. Seddam Bees xelkî dekuşt, rêgay deda kompaniyat hebuwaye, belam eger bîzanaye karekanit serkewtuwe be zor kompaniyaketî lê dest, û eger xawenekeşî beme narehet buwaye, ewe deşîkuşt.

Dilniyabûn le nawerokî nameke

Lovard daway eweşî kirduwe ke reşnûsî kotayî namekey bo binêrin bo dilniyabûn le nawerokekey her çend belênî eweyan pêdabû ke boy denêrin û ew gorankariyaney le namekeda deken û pence bo hîç kesêkîş dirêj naken, belam wek xoy gutî: Tenha her ew care namekeyan bom nard û her waş nawekem çûte ser nameke.

Lovard basî leweş kird ke le Emerîka û le Frensa hendêk le dezga hewalgiriyekanî dewlet kariyan kuştin û bizir kirdinî ew kesaneye ke be hereşe bo ser dewlet dezandrêt, belam ewanîş rastewxo le layen Serokewe fermaniyan pê dekirêt û karekeş be şêweyek encam dedrêt ke kes hestî pê nekat û kes pêyî nezanêt, belam weha siyasetêk le Kurdistan da niye çunke damezraweyî dewlet negeyîştuwete ew radeye, eme le gel çespan û pitewbûnî damezrawekanî dewlet dête arawe.

Propagendey bê wata

Lovard propagendey hendêk layenî be namentîqî le qelemda ke Serokî Herêmî Kurdistanî pê tawanbar deken û gutî: Naçête eqlewe Serok û Serkirdayetî Kurdistan biryarî kuştinî kesêkî 23 sale biden, çunke ew le xoyda kesêkî ewto nebuwe, debêt gencêkî 23 salan be lay serokewe çî bêt, ew key kêşe buwe? ew herçiyekî nûsîbêt, ewende nahênêt le layen deselatewe bikujrêt. Lodvard basî leweş kird le Kurdistan da azadî rageyandin heye, belam naşbêt hîç kêşeyek bête pêş azadî rageyandin, çunke ewe payeyeke le dewletî demokrasî. Her weha basî leweş kird ke Serokî Kurdistan zor dijî pêşêlkirdinî azadî rageyandine, heta ke peywendiyan be Dîwanî Serokayetî Herêmî Kurdistanewe kirduwe, ewan welamiyan dawetewe ke Serokayetî Herêm daway le grupî nawxoyî û nêwdewletî kirduwe bo ewey bên lêkolînewe le meseleke da biken bo ewey şitekan rûn û aşkira bin bo hemû layek. Nawbiraw eweşî gut şermezariye katêk layenêkî siyasî kesêk deqozêtewe ta be kuştinî dedat, wek xoy gutî: Eger goran ew gencey qostotewe û zanîwiyane gerwa birwat dekujrêt, ewe ewan şêtin.

Kesanî dîkeş le nameke peşîmanin

Lovard basî eweş kird ke cîge le xoy, Guîn Robertîş peşîmane lew nameye çunke ew dawakariyaney ew heybuwe le gorînî nawerokî nameke nekirawe, bo ew mebesteş rûnkirdinewey fermî dexate rû û Lovard xoyşî rûnkirdinewe arastey Serokî Herêmî Kurdistan dekat.

Le barey ew berew pêşçûnaney Herêmî Kurdistan le ruwî abûrî û awedanî û seqamgîrî û asayîşewe bedî hatûn, ew komelêk wêney xoy nîşanî êmeda le 10 salî rabirduwewe ta êsta û raygeyand eger temaşay em wênane bikeyt bot derdekewêt ke karkirdin le layen Hikûmetî Herêmî Kurdistanewe berdewam hebuwe û lem salaney duwayîş da ziyatir çir buwetewe, wênekanîş hemû şayetî ewen û ewey êrey bînî bêt dezanêt gorankariyekan çend ciyawazin, be uşekanî ew: Pêşkewtinî abûrî lêre rojaneye û bo her kuweyekîş biçît eme debînît. Le bîrîşman neçêt Kurdistan her hîçî nebû. Le barey barudoxî seqamgîrî û asayîşewe, welamî dayewe ke ew hemû rojêk be taqî tenha xoy dêt û derwat û şarekan degerêt û hîç pasewanêkîşî niye û ta êstayş rûberuwî hîç hereşeyekî emnî nebuwetewe. Her çî derbarey azadî ra derbirîne, ew nimûney bizûtinewey goranî hênayewe, bewey ke tiwaniyan le mawey çend mangêk da 25 kursî Perleman bibenewe û gutî: Eme manay eweye ke azadî ra derbirîn heye, çunke eger êre wilatêkî komonîstî buwaye wek burma û Viêtnam, ewe em kesane le sêdarededran ya firê dedrane bendîxanewe. Derbarey hewlekanî serkirdayetî Kurdistan bo ewey kar û kirdewekaniyan şefaf û rûn bêt, Lovard basî ewey kird lem maweyeda le gel Dr. Roj Nurî Şawêys danîştuwe û lêyî pirsîwe êwe çawdêrî biyanîtan boçî bû le helbijardine Perlemaniyekey Kurdistan le katêk da şitî wa le Frensa niye, ewîş welamî dawetewe helbijardinî azad le Kurdistanda tazeye û eweş ewe wek gerentiyek buwe bo ewey hîç layenêk guman nebat le ser dirustî û azadî helbijardineke. Le kotayî da nawbiraw ewey bas kird, rolî ewan niye dersî exlaq be Serokî Kurdistan biden, belku tenha rastiyekanî bo bixene pêş çaw û dûbare peşîmanî xoşî derbirî bewey ke nawî le ser namekeye.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌