ROJNAMEY XEBAT 2010-05-26
Nûrî Malikî : Elawî Deyewêt Bo Wêne Girtin Dîdar Encam Bideyn.

Serokî Îtîlafî Dewletî Yasa Nûrî Malikî raygeyand, Lîstî El'Iraqiye le rêgey rageyandinewe hewl dedat palpiştî şeqamî Iraqî be dest bihênêt, amadeyî xoşî bo pêşwazîkirdin le Eyad Elawî derbirîwe û aşkiraşî kirduwe ke ew riq û kîney beramber be xudî Elawî niye.

Nûrî Malikî le çawpêkewtinêk da le gel rojnamey Washinton post gotûyetî: Lîstî El'Iraqiye nayewêt danîştin girê bidat bo Utuwêjkirdin le barey ejindayiyekî diyarîkiraw ya bo çareserkirdinî dosiyeyekî helwasiraw, her weha amajey dawe ke Serokî Lîstî El'Iraqiye Eyad Elawî deyewêt bo girtinî çend wêneyek dîdarî le gel encam bidat.

Her weha Serokî Îtîlafî Dewletî Yasa lêduwanî çend serkirdeyekî lîstî El'Iraqiyey retkirdotewe le barey duwaxistinî wadey encamdanî her core dîdarêk le nêwan xoy û Elawî da, cextî le ser eweş kirdotewe ke ta êsta bo em mebeste hîç wadeyek diyarî nekirawe.




 
chapkrdn   Share GERANEWE‌