ROJNAMEY XEBAT 2010-05-29
Ban Ki Mon Daway Le Îran Kird Pîtandinî Yoraniyom Rabigirêt.

Ban Ki Mon Sekretêrî Giştî Netewe Yekgirtuwekan daway le Îran, bo be dest hênanî bawerî komelgey nêwdewletî, pîtandinî yoraniyom rabigirêt.

Ban Ki Mon herweha hewlekanî Turkiya û Birazîlî be îcabî le qelem da û le heman kat da gotî, qise kirdin le ser siza nuweyekan dijî Îran berdewam debêt.

Be pêyî hewalêkî radyo "DW"î Elmaniya, Ban Ki Mon le konferansî Netewe Yekgirtwekan be nawî "Yekêtî Şaristaniyetekan" le Birazîl gotî: Îran detwanêt be ragirtinî pîtandinî yoraniyom bo peytî 20 le sed, bawerî komelgey cîhanî bo lay xoy rabikêşêt.

Dû hefte lemewber, Îran rêkkewtinnameyekî le gel Birazîl û Turkiya îmza kird û razî bû yoraniyomî xoy bo Turkiya binêrêt, belam bepirsanî Emerîka emeyan be fêlêkî nuwey Îran ejmarduwe bo ewey pêş be sizakan bigirêt.


 
chapkrdn   Share GERANEWE‌