ROJNAMEY XEBAT 2010-05-29
Peykertaşî Bilîmetî Îtalî Vêrokîo

Hunermendî Îtalî be nawbang (Andrê Dêl Vêrokîo) tenya peykertaşêkî mezin nebû, belku le heman kat da destêkî balay le hunerî nîgarkêşan û hêlkarî û girafîk û perspektîv wate (zanistî seyr kirdin) û mosîqa û zêrengirî da hebuwe Vêrokîo le Florensa salî 1453 da le xêzanêkî kureçî le dayik buwe. Ewey şayanî base ew hunermendinî le yek kat da ruwiyan le çend huner û pîşeyekî ciyawaz kirduwe, neyantwanîwe le hemû beşekanîda, bilîmetî xoyan binuwênin, boyeş le seretada Vêrukîo neytwanîwe zal bibête seriyan û be taybetî le hunerî peykertaşî û nîgarkêşan da zor rexneyan araste kirduwe belam hunermendî mezin paş hewl û teqelayekî zor û şewnixunî û meşqêkî yekcar zor, buwete mamostay bê hawtay zemanî xoy û nawbangî le wilatda bilaw botewe û ta geyîştûte Papay Roma ke bew perî rêzewe daway komele peykerêkî qeware mezinî lêkirduwe û hunermendîş westayane dirustî kirdûn û le paşan hunermend gerawetewe Florensa û destî be peykerî be naw bang (Davîd) kirduwe hunermend paş em qonaxe destî be hunerî nîgarkêşan kirduwe û le gel ewey tenya her le çwarçêwey hêlkarîda buwe, belam destêkî balaw astêkî berzî nîşandawe.

Pişa rûdawêkî seyr Vêrokîo biryarî dawe ke heta hetayî dest le filçe neda û nêzîkî hunerî nîgarkêşan nebê em rûdaweş bem core buwe:

Vêrokîo le gel qutabî xoy (Leonardo Davinci) ke ewkat destî be hunerî nîgarkêşan dekird le tabloyek da bedû qolî îşiyan kirduwe. Vêrokîo beşî zorî tablokey tewaw kirduwe, beşêkî biçûkîş Leonardo Davîncî dirustî kird, belam Vîrokîo ke çawî bew beşey ke Leonardo dirustî kird û bû kewt nîgarekey xoy le berçaw kewt, çunke ciyawaziyan... Yekcar zor bû û le sînûrî berawirdîş derçû bû, boye biryarî da çîtir le nîgarkêşan nêzîk nebêtewe.

Hunermend bo dirustkirdinî peyker zor hezî le bekarhênanî gêç buwe, çunke em keresteye encamêkî xêray dedaye hunermend û be asanî hemû core şêweyekiyan dirust dekirê em core gêçe bo (mask) wate (qena')î mirduwekan bekar dehênra û le Florensada zor baw buwe. Be taybetî mask bo ew mirduwe, werdegîra ke taze tewaw buwe be hoy em qalbeş peykerêkî lê dirust dekira, Paş rengkirdin û pirçdanan û cilk le berkirdin weku xoy derdeçû her ewendey kem bû ke giyanî niye.

Vêrokîo le dirustkirdinî em peykerane mamostay yekemî şar buwe hunermend bo em mebesteş şemêşî bekar hênawe, danîştwanî Vînêsiya biryariyan dabû ke peykerêk bo palewanî netewayetî (Bartolomeo) drust biken, bo em projeye bangiyan kirduwe ke be qewareyekî gewre û le Bronz le katî siwarîda em peykereyan bo dirust bikat û gorepanî (sant çuvanî) yan bo helbijarduwe, peykertaş yekem şit espî Bartolomeo drust kirduwe û wîstuwiyetî portrêtî tewawî bikat karbedestan rêyan nedawe û bangî peykertaşêkî tiriyan kirduwe, Vêrokîo zor ture buwe û seru qaçî espekey şkanduwe û gerawetewe Florensa em kare xelkî Vênîsiyay şêwanduwe û teniya paş tikayekî zor gerawetewe Venîsiyay û kar bedestan zor rêziyan lê girtuwee û belêniyan dawetê le ciyatî carêk dû car xelatî biken.

Belam bedaxewe merg rêgay hunermendî nedawe peykerekey ta duwa qonax tewaw bikat û le encamî nexoşiyekî kuşinde le temenî penca û şeş salî da koçî duwayî kirduwe.

Hunermendî mezin bêcige lem hemû berheme heme core ke be nîştimanî xoy û cîhanî bexşîwe komelêk le qutabiyanî perwerde kirduwe ke le duwa roj nawbangiyan le hemû cîhan bilawbotewe û beşdariyekî here zoriyan le dewlemendkirdinî samanî hunerî Ewrupîda û cîhanîda kirduwe wek Leonardo Davincîş, Perocînu, Boteçlle, sîmonî.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌