ROJNAMEY XEBAT 2010-05-29
Korbê, ew piyawey le Fransa le hemû kesêk le xoy bayîtir bû

a: Nermîn Mihemed

Salî rabirdû xatû Bîtiratîn Doşît Şo, le zankoy Birenston pertûkêkî be nawnîşanî (Gostaf Korbê, ew piyawey le Fransa le hemû kesêk le xoy bayîtir bû, roşinbîrî rageyandin le sedey nozdehemda) le 248 laperey qebare nawencî bilaw kirdewe, ke em pertûke yek le bilawkirawe nuweyekanî taybet begostan korbêye, têyîda nerênî û erênî û piyaheldan û sergone kirdin têkelawkirawn. Gumanîş le behremendî û Bilîmetî Korbê daniye, belam le gel emeş da ta ew perî lut berz û aloz bû.

Le seretada xatûnî nûser qonaxekanî jiyan û dahênanekanî em hunermende pêşkeş dekat û delêt: Gostaf Flopêr Korbê (1819 – 1877) yek lew hunermendane bû ke deselatî le sedey nozdehem zor bû. Le gel ewey temenî le salî 58 sal ziyatir nebû, keçî cîhanî pir kird û xelkîşî bew tablo nemirane serqal kird ke ta êsta le mozexane gewrekan helwasrawin. Gostaf Korbê hawçerxî Felsefey pozîtîvîmî maddî bû ke lew serdem em metode be diyar kewt û biruway be hîç şitêk nebû, cîge le zanistî sirûşt û pêşkewtinî teknelojiya nebêt. Ke wate tewaw pêçewaney ayînî mesîhî û be taybetîş rêbazî katolîkî bû ke ew rêbaze zorîney danîştwananî wilatî pêkdehêna rûn û aşkiraşda dijî şoriş û rewtî pêşkewtin bû, eme cîge le geranewe bo serdemî kon.

Nûser delêt: Le ser Gostaf Kobê weha bilawbowe ke mirovêkî tund û dilreqe bêt, çîrokî xobezlzanî û riqlêbûnewey xelkî rojname û govarekanî ewsay pir kird, kar bewe geyîşt bibêt be biroçûn û ştêkî bêhawtay weha ke xelkî galtey pê biken. belam ewey ke namoye kare huneriyekaniyetî, ke hergîz bercestekerî rewştî xaweneke xobezlzanekeyan nanuwênin. Pêdeçêt Gostaf Korbêyî mirov le layen bêt û Gostaf Korbêyî hunermendîş le layekî dîke bêt. Yaxud boy heye ziyaderewî têyîda kirabêt û hewlî zirandinî rewşit û reftarî dirabêt, lewaneye nawbangî ew bûbête hoy bêzar bûnî zor kes, ewanîş be xirapî propagendeyan le ser bilaw kirdêbêtewe. Yaxud dûçarî şîrufrîna bûbêt. Her wek gutman hunermend le layek û mirovîş le layekî tir. Wata Gostaf Kobê le karekanî hunermendêkî Bilîmete û hezêkî gewrey mirovayetî heye, belam wek mirov le jiyanîda kesêkî le xobayî buwe.

Be her hal dujminekanî çon tometî dirindeyiyan xiste estoy Bodlêr, le utarêkî rexneyda weha basî korbêyan kird helsawe be encamdanî qesabxaneyekî rasteqîne le hunerda û mafî dahênanî hunermende neyarekanîş lenaw debat. Belam ew beha û behrey dahênanekanî xoy dezanî, le gel ewey be kelepurekey ewsay Fransa û sertaserî Ewrupaş karîger bû, keçî herdem pêyî leser ewe dadegirt be rêgayekî dahênrawaney bê hawta wêne bikêşin, ke eme nîşane û taybetmendî gewrey dahênerekane. Çunke dahêner be şêweyekî milkeçiyane lasayî xelkanî tir nakatewe. Gorbê tewaw pêçewaney hunermende biçûkekan, ke sayetiyekî behêzî hebû, gumanîşî têda niye le kare dahênrawekanî yaxud tablokanî rengdanewey kesayetiyekeyetî. Hemû şa'îre gewrekan le seretada be kesanî pêşî xoyan karîger debin, belam duwatir le karîgeriyeke ret deden, eme le hunermendanîş debînrêt.

Pêwîste le bîrman neçêt, Korbê le heman ew çaxe jiya ke Vîctor Hugo û Edwarmanê û Klomoniye û Mîşîley mêjû nûsî be nawbang û lamarîş û dolarkirwa û Elfrîd Dumosê û George sand û birudot û serkirdekanî culanewe Sosyalîstî û şorişgêre Fransiyekan têyîda jiyan. Be çemkekanî pêşkewtin û geşe kirdin û şorişkirdin beser rabirdûş karîger bû. Her weha le serdemî ewda be hoy ziyadbûnî jimarey kargekan, culanewey kirêkaran le Fransa serî helda, Korbê be çawî xoy ew çewsandineweyey bînî ke kirêkaran û xêzanekaniyan dûçarî debûn, emeş hestî tûre bûnî beser çînî burjuwazî sîtemkar le naxda bizwand. Helwêstî ew le beramber ew pirse komelayetiye giringe hawşêwey heluwêstî Vîktor Hugoy duway salî 1848 bû ke duway ewey em nûsere şuwênî xirapî nîştecê bûn û jiyanî sextî kirêkaranî şarî (lîl)î bakûrî Fransay bînî, biryarî da le hizbî parêzgaranî dewlemend bête derewe û biçête hizbî kirêkaranî hejar.

Belam weha pêdeçêt lew maweyey duwemî jiyanî hunerî Korbê hendêk gorankarî û geşe kirdin ruwîda bêt, le teniyayî nêzîk bûbêtewe û le pabend bûn be hunerîş dûr kewtibêtewe. Bemeş hawrê konekanî dûçarî hêdme kird û be (Tbircz) û dûrkewtinewe le xewnekanî karkeran yaxud cotyaranî hejar tometbariyan kird.

Belam ewey rastî bêt Korbê nikolî lew nimûne balaye nekird ke le gencî birway pê bû. Ewey ew deywîst birîtî bû le îlham wergirtinî ziyatir le pêşû le sirûşt bo kare huneriyekan, çendan katjimêr le ser yek le amêze be birştekey sirûşt demawe. Le encam da tabloy be pêzî wehay berhem hêna ke bekarî împirîşêwnîzmekan û romansiyekan bçêt, legel ewey le nîgarkêşanda ziyartir riyalîzmî bû. Sirûştîşî be hemû ciwaniyek dekêşa.

Nabêt eweşman le yad biçêt Gostaf Korbê ta astêkî zor beşdarî lew culanewe demokrasiye kird ke ewsa le Fransa serîhelda. Aşkiraşe ke ta ew kate partî koneperestî koneparêz dijayetî şorişî Fransay û mafekanî mirov û yeksanî dekird. Hawkat korbê behoy ew tabloyaney ke milyoneha kesî sersam kird beşdariyekî yeklayî kerewey le rewanînî reyalîzmiyaney le hunerî şêwekarî dekird.
www.albayan.ae

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌