ROJNAMEY XEBAT 2010-05-30
Serok Barzanî li gel aliyê siyasiyên beşdarbuya Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî civiya

Îro yekşem 30/05/2010 Serok Barzanî li Selahedîn li gel aliyê siyasiyên beşdarbuyê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî civiya.

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî tekîd li ser berdewamiya Hevpeymaniya van aliyên siyasiyan kir bi mebesta parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û bergirîkirina li destkeftan û dûpat jî kir ku mafê wan hemû aliyan li nav lîsteyê da hatiye parastin.

Serok Barzanî tekîd li ser yekrêziya gelê Kurdistanê jî kir û daxwaz kir ku warê bi tu kesek nedin ku derz bixe nav vê yekrêziyê û ew aramiya li Kurdistanê da heye têk bide û wêneya rasteqîneya Herêmê biguhere.

Li mijareke dinê civînê de Serok Barzanî tîşk xiste li ser serdana fermiya Tirkiye û Fransa û ragihand xurtkirina pêwendiyên me li gel wan du welatan dibê sedema zêdetir geşbûna aboriya Kurdistanê.

Li dawiya civînê de her yek ji aliyê siyasiyên beşdarbuyî ya Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî ra û dîtinên xwe sebaret bi çend meseleyekî pêwîst bi Herêma Kurdistanê ve xiste rû ku cihê girîngî pêdana Serok Barzanî bûn.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌