ROJNAMEY XEBAT 2011-05-17
Mustafa Barzanî / Îsmaîl Beşîkçî

Kurdan li sedsala 19 an de, li gel birêvebiriya Osmaniyan şereke dijwar kirin. Mîrên Kurdan, Şêxên Kurdan, Serok Eşîrên Kurdan li hinek qonaxên şer de, teslîm û radestî dewletê bûne. Mîr, Şêx û Serok Eşîrên ku teslîm bûne, lêborîn û bexşîna xwe ji Osmaniyan xwestine. Li nefî û surgunan de gilî û gazindên kêmbûna maaş û mûçeyên xwe kirine. Li hemû serhildan û berxwedanên li sedsala 19 an de, heman pêvajo tê dîtin.

 

Li sedsala 19 an de, demên cûda cûda de serhildan û berxwedan pêkhatine, ev hemû nêzîkî demeke kurtê salek an du sal de berdewam kirine, lê belê di dawiyê de bi radestbûn û teslimbûnê gihiştine encamê.

 

Li sedsala 20 an de, destpêka salên Komarê û serhildan û berxwedanên piştî wê jî, jiyana heman pêvajoyê tê dîtin. Yek ji bilî van Mela Mustafa Barzaniye. Mela Mustafa Barzanî, ji bo ku nekeve ber destê dijminên xwe, bi awayeke berdewamî hewldaye. Di destpêka salên 1930, 40, 60 û salên 70 an de bi berdewamiya jiyana xwe ya têkoşînê de, ev helwesta Mustafa Barzanî, li dîroka Kurdan de helwesteke gelek bi nirx û girînge. Mustafa  Barzanî her dem hevalên xwe yên têkoşînê jî, ji bo ku tu carî nekevin ber destê dijmin  xwestiye ku gelek baldar bin û wan hişyar kiriye. Li pêvajoya têkoşîna Mustafa Barzanî de tu carî û tu demekî teslîmbûn radestbûn pêknehatiye. Li gel hemû hişyarî û amadekariyan jî, li rewşeke radestbûna destê dijmin de jî, radestbûn pêknayê û daxwaza lêborîn û daxwaza xwe bexşînê jî pêknayê. Mele Mustafa Barzanî li sala 1947 an de, li pêvajoya Mahabadê de jî vê yekê pêşniyarî Qadî Muhamed jî kiriye. Lê belê li vê pêvajoyê de, ku Qadî Muhamed teslîmî Îranê bû, li dadgehê bi eniyeke bilind rawestana wî, daxwaz nekirina wî ya lêborîn û xwe bexşînê, li dadgehê de parastina wî ya mafên civaka Kurd, helbet helwesteke ku divê li ber çav bête girtin. 

 

Ji bilî vê taybetmendiya bingehîna Mele Mustafa Barzanî, taybetmendiyeke wî yê din jî heye. Mustafa Barzanî wekî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, keseke ku rastiya siyaseta cîhanê jî gelekî baş têgihiştiye. Li vê çarçeweyê de, ew, yek ji wan serkirdeyane ku rola Emerîka û Yekîtiya Sovyetê ya li siyaseta cîhanê de gelekî baş zaniye. Ewî hest kiriye ku tu qenciyek ji bo Kurdan ji Yekîtiya Sovyetan nayê. Bi awayeke baş diyare ku Yekîtiya Sovyetan ne tenê bi çek û pêdiviyan piştgiriya rejîma Seddam Husên dikir belku bi pişgiriyeke îdeolojîk jî bû. Baş tê zanîn ku li Enfal, Helepçe û Komkujiya Kurdan de li warê gazên jehrkirinê de pîsporên Sovyetan şêwirmendiya rejîma Seddam Husên kirine. Gelo dibe ku ji bo Kurdan qenciyek ji Emerîka bê? Dibe ku ev yek bibe, an jî pêkneyê. Lê belê, eger qenciyek bibe dibe ku bi tenê li vî warî de bibe. Ez bawerim siyaseta rastîn hestek di Mele Mustafa Barzanî de pêkaniye.

 

Li salên 1975 û 1991 an de Kurdan li pêvajoya siyaseta Emerîka de ziyanên mezin dîtine. Lê belê li sala 2003 an de ev pêvajo gelek cûda bi kar hatiye. Li Iraqê encama tevlîbûna çekdariya Emerîka rejîma Seddam Husên hate rûxandin. Artêşa Iraqê hatiye belavkirin. Partiya Bees û El Muxaberat hatiye belavkirin. Çekên komkujiyê hatine tûnekirin. Ev yek hemû pêşiya Kurdan vekirin. Birêvebiriya Herêma Kurdistanê jî bi vî awayî hatiye damezrandin.

 

Helbet Emerîka ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze û pêşbixe, tevlî Iraqê bûye. Lê belê, eve jî eşkereye ku li encama tevlîbûna Emerîka li ser Iraqê, Birêvebiriya Herêma Kurdistanê jî pêkhatiye. Lê belê Birêvebiriya Herêma Kurdistanê jî, li gel Emerîka û Tirkiye jî, bi encama têkoşîna bi biryara Kurdan pêkhatiye ku eve jî rastiyeke dine.

 

Ez bi evîn û hezkirinê Mele Mustafa Barzanî û rêhevalên doza wî bi bîr tînim.

 

Ismail Beşikçi

 

Wergera ji Tirkî

 

Mîrhac Mistefa

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌