Jêderekî rojnamevaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê rûnkirinê ragihand
Destana Hindirên serkeftineke bi rûmeta Pêşmerge bû
Li Tirkiyayê nêzîkî sînorê Sûryeyê rêzek taqîn pêk hatin

PDF Newspaper
Issue :
4325
Date:
2013-05-22
Ziyatr Bxwênewe

Emerîka 123 milyon dolarên din dide opozisyona Sûriyê

Emerîka-Ajans/ Emerîka got ku ewê alîkarîya xwe ya neleşkerî jibo opozisyona Sûriyê duqat bike, li vê dema ku piştgirên serhildayan soz dan ku hêza xwe zêdetir bikin da ku Beşar Esed ji desthilatê bavêjin.

rêvebirîya Obama li sûna wê yekê soz da ku 123 milyon dolarên din wekî alîkarî bide opozisyona Sûrî. Di nav wê alîkarîyê de, dibe ku otomobîlên leşkerî, berçavkên şevê û alavên din yên parastina leşkerî jibo cara yekê cih digirin.

Wezîrê Derve yê Emerîkayê John Kerry di daxuyanîyeke nivîsandî de ev alîkarîya nû ragihand.Bi vê alîkarîya nû, Emerîka heta nuha 250 milyon dolar daye opozisyona Sûrî ji dema ku şer Adara 2011’ê destpê kiriye.

Tîma Pêşmergeya Hewlêrê Çû Stenbolê.


Hat zanîn, tîma fûtbolê ya Pêşmergeya Hewlêrê bo vekirina kempa rahênanê, îro çû Tirkiyê.

Sekreterê tîma Pêşmergeya Hewlêrê, Nîhad Adil, ji AKnewsê re got, şandeya tîma me ku ji 35 kesan pêk tê, dê hefteyekê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê kempê veke û mebest ji vê kempê amadekarî bo lîga sûper ya Kurdistanê ye.

Adil, diyar kir, ez hêvîdar im tîma me sûdek baş ji vê kempê wergire. Bi taybet bo werza îsal, çavê me li pileyên pêştir e û bo vê yekê jî me gelek lîstikvanên baş aniye nav tîmê.